Di navbera gerîlayên YJA STAR û DAIŞ'ê de şer

Di navbera gerîlayên YJA STAR û DAIŞ'ê de şer

Li Şengalê di şerê navbera gerîlayên YJA STAR û çeteyên DAIŞ'ê de 2 çete hatin kuştin.

Fermandariya YJA STAR a Şengalê da xuyakirin ku li Şengalê, di navbera gerîlayên YJA STAR û çeteyên DAIŞ'ê de şer derketiye.

Li gorî vê yekê di 24'ê Îlonê saet di 15'an de, pevçûn ji ber hewldana êrîşê ya çeteyên DAIŞ'ê li gundê Gabara yê Şengalê rû da. Çete li vir rastî berxwedana gerîlayên YJA STAR'ê hatin û pevçûnek bi qasî nîv saetê qewimî. Di şer de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û çete neçar man xwe vekişînin.