Di navbera gundiyan û komên çekdar de pevçûn
Di navbera gundiyan û komên çekdar de pevçûn
Di navbera gundiyan û komên çekdar de pevçûn
Hate ragihadin ku, li gundên Umul Elxêr û Umul Mesamîr ên girêdayî bajarê Til Temir di navbera gundiyan û komên çekdar de pevçûn derketin. Hate ragihandin ku, kuştî û birîndar hene. Her wiha helîkopterên rejîmê jî herêm bombebaran kiriye.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, li gundên Umul Elxêr û Umul Mesamîr ên girêdayî Tiltemir ên li ser riya Helebê di navbera komên çekdar û gundiyan de şer derket. Hate ragihadin ku, şerê di demjimêrên serê sibehê de destpê kiribû hîn didome. Hate hînbûn ku, kuştî û birîndar hene, lê ji ber ku şer didome, agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li aliyên hate gotin ku, helîkopterên rejîmê jî beriya nîv demjimêrê herêm bombebaran kiriye.