Hat ragihandin ku leşkerên Hindistan û Pakistanî li herêma Keşmîr ya ku nakokî li ser hene, pev çûn.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê artêşa Pakîstanê ve hate dayin, leşkerên Hindî bi ser qereqola Hacî Pîr a li herêma Keşmîr a di bin kontrola Pakîstanê de girtin û di encamê de leşkerek mir û yek jî birîndar bû. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî bersivdanê leşkerên Hindî şûnde vegeriyane û çekên xwe bi cih hiştin.
Artêşa Hindê jî bi daxuyaniyekê aşkere kir ku leşkerên Pakîstanê hema ji ber xwe ve gule li qereqola leşkerên Hindistanê reşandine. Berdevkê Artêşa Hindê Brijesh Pandey ji Associated Pressê re axivî û diyar kir ku leşkerên Pakîstanê gule li yekîneyên leşkerên Hindî reşandine.
Herêma Haci Pîr li herêma Keşmîr a di navbera bajarê Muzafferabad a di bin kontrola Pakîstanê de û Srinagar a di bin kontrola Hindistanê de cih digire.
Ev zêdetirê 60 salane ku li ser herêma Keşmîr di navbera her du welatan de rageşiya sînor heye û gelek caran pevçûn çêdibin.