Di navbera YNK û PDK'ê de tengezariya Rojava!
Di navbera YNK û PDK'ê de tengezariya Rojava!
Di navbera YNK û PDK'ê de tengezariya Rojava!
Tengezariya ji ber nerazîbûna rayedarên YNK'ê ya li astengkirina çûyîna Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ji bo Başûrê Kurdistanê û girtina deriyê sînor di navbera YNK û PDK'ê de rû da, mezin dibe.
Sekreterê Desteya Navendî ya YNK'ê Adil Mûrad di ser malpera xwe ya Facebookê de ragihand ku ji astengkirina Hevserokê PYD'ê Salih Muslim a ketina Başûrê Kurdistanê PDK berpirsyar e û nerazîbûn nîşan da.
Adil Mûrad anî ziman, ku tê xwestin Salih Muslim li ser sînro bê qetilkirin û got, "Biryar ne rewa ya rêveberên PDK'ê ya li dijî milîtanên gelê me yê li Sûriyê, ji siyaseta Tirkiyê ya ku dixwaze tevgera rizgariyê ya Kurdên li Sûriyê bifetisîne, xizmetê dike."
Nerazîbûna Mûrad ê YNK'yî, ji PDK'ê di demeke kurt de bersiv dît. Li gorî daxuyaniyek di malpera PDK'ê de cih girt Sekreterê Çapemeniyê yê Polîtburo ya PDK'ê got, "Herçend em weke PDK cihê Adil Mûrad ê di nava YNK'ê de û rewşa wî ya psîkolojiya nebaş bizanibin jî, em li bendê bûn ku YNK'ê pîvanên hevkariyê yên navbera herdu partiyan, hînî wî bikira."
Peymana hevkariyê ya navbera PDK û YNK'ê di mehên dawî de bi berfirehî tê nîqaşkirin. Gelek rayedarên YNK'yî berî û piştî hilbijartinên parlamentê yên 21'ê Îlonê dabûn xuyakirin ku divê dawî li vê hevkariyê bê anîn. YNK'ê di hilbijartinên 21'ê Îlonê de derbeyeke giran xwaribû û bi wergirtina 17 kursiyan bûbû partiya sêyemîn. Li hemberî vê PDK'ê ji 111 kursên li parlamentê 38 kursî qezenç kiribû.
Sekreterê Çapemeniyê yê PDK'ê da xuyakirin ji ber tewanbarkirina partiya wan a di mijara Salih Muslim de, ji bo pêşî li sûcdariyên gengaz bê kirin, dê dozê vekin. PDK'ê herî dawî ev heqaret kir: "Wer xuyaye Adil Mûrad terbiyeyeke ku Salih Muslim dixwaze hînî herêma Kurdistanê bike, wergirtiye."
Herêma Kurdistana Federal ji meha Gulanê û vir ve deriyê sînor ê bi Rojavayê Kurdistanê re girtî ye. Di heman demê de Tirkiye jî deriyê xwe li Kurdan girtiye û Tirkiyê ji meha Îlonê û vir ve di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dest bi lêkirina dîwêr kiriye. Ev astengiyên li her du aliyan, çûyîna alîkariya însanî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê zehmet dikin.
Astengiya PDK'ê ya derxist pêşiya Muslim, li nerazîbûna partiyên din ên li Parlamenta Kurdistana Federal jî rast hat. Tevgera Goran a bi 24 kursiyan partiya duyemîn e û Yekgirtû Îslamî ya bi 9 kursiyan partiya çaremîn e, nerazîbûna xwe nîşan dabûn û xwestibûn ku sînor li Kurdên hemû perçeyên Kurdistanê bê vekirin.