Di Nimêja Îna Sivîl de banga 4’ê Nîsanê

Di Nimêja Îna Sivîl de banga 4’ê Nîsanê

Li Milazgir, Wan, Colemêrg, Manîsa, Sêrt, Êlih, Farqîn, Bîsmîl, Amed, Qoser, Nisêbîn, Cizîr, Sîlop û Hezexê bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin. Welatiyên 3 salin nimêjên înê dikin di nimêjan de bi kurdî weaz tên dayîn û piştgirî dan pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Di nimêjan de banga tevlîbûna Amarayê hate kirin.
Li Amedê li Suka Binerdê ya Selahattîn Eyyubî ya li Qada Derê Çiyê, li Farqînê li Mala Şînê ya Navendenî, li Sêrtê li qata bi ser avahiya BDP'ê ya Sêrtê, li Şirnexê li konê li ber avahiya BDP'ê ya Şirnexê hate vedan, li Sîlopî li qada vala ya li ber avahiya BDP'ê ya Sîlopiyê, li Cizîrê li Mala Şînê ya Gel a Şaredariyê ya li taxa Cudî, li Hezexê li Parqa Aştiyê, li Êlihê li baxçeyê çayê yê Şaredariyê, li Nisêbînê li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtannî, li Qoserê lli Mala Gel a Şeyh Davut Yalçinkaya,li Wanê li înşata Otoparqa Şaredariya Wanê, li Colemêrgê li otoparqa li ber avahiya BDP'ê ya Colemêrgê û Milazgirê li avahiya BDP'ê bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin.
Di nimêjan de melayan bi kurdî weaz dan. Piştî rewaşa hewayî geribû welat gelek zêde tevlî nimêjan dibin û li gelek qadan cihê ku welatî lê nimêjê bikin teng ma. Melayan di weazên xwe de diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin. Melan diyar kir ku divê hemû kes tevlî pîrozbahiya 4'ê Nîsanê roja robûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Amarayê pêk tê bibin. Piştî weazan bi hezaran welatiyan nimêja înê kirin.