Di 'Pêncşama Reş' de dîwarê şermê hat şermezarkirin

Di 'Pêncşama Reş' de dîwarê şermê hat şermezarkirin

Çalakiyên Pêncşema Reş ku her hefte ji bo girtiyên siyasî û şaredarên BDP'î serbest bên berdan pêk tên, vê hefteyê jî berdewam kir. Li Wêranşar, Dêrik, Pirsûs û Peyasê çalakiyên Pêncşema Reş di hefteya 189'an de berdewam kir. Di çalakiyê de dîwarê şermê ku di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê avakirin hat şermezarkirin. 

Piştî di 14'ê Nîsana 2009'an de siyasetmedar, şaredar, endamên meclisa şaredariyê û endamên meclisa bajaran hatin binçavkirin û girtin, çalakiyên Pêncşema Reş li Êlih, Peyas, Wêranşar, Pirsûs, Dêrik, Qoser, Cizîr û Sûrê hatibûn destpêkirin. Piştî hin şaredar hatin berdan çalakiyên Pêncşema Reş li Wêranşar, Pirsûs, Dêrik, Peyasê û Êlihê berdewam kirin. Di çalakiyên ku li ber avahiyên Şaredariyê pêk hatin, endam û rêveberên BDP'ê, rêveberên şaredariyan, endamên meclisa bajaran, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek welatiyên din jî amade bûn. Di çalakiyên ku posterên şaredaran hatin vekirin de polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî pêvajoyê û çareseriyê hatin rexnekirin û "dîwarê şermê" ku li ser sînorê Nisêbînê tê avakirin hat şermezarkirin. Di çalakiyan de Wekîlê Şaredara Dêrikê Dogan Ozbahçec, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê li ser Sînorê Nisêbîn û Qamişlo dîwarê şermê ava dike û bi vê yekê naxwazin neteweya gelê kurd pêş bikeve û wiha got: "Gelê kurd, Birêz Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê ji bo aştî û çareserî pêş bikeve di nava hewldanek mezin de ye. Lê li gel hemû hewldanên aliyê kurd hikûmet pêvajoyê dixetimîne û polîtîkayên perçekirin û înkarê dispêre gelê kurd. Lê çi dibe bila bibe gelê kurd dê li pêvajoyê xwedî derkeve." 

Pişti çalakiyên Pêncşema Reş, kesên beşdarî çalakiyan bûn 5 deqîqeyan rûniştin û belav bûn.