Di 'Pêncşema Reş' de 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin

Di 'Pêncşema Reş' de 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin

Di çalakiyên 'Pêncşema Reş' ên ji bo serbestberdana girtiyên nexweş her hefte tên lidarxistin de, vê hefteyê pêngava 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin.

PIRSÛS

Li navçeya Pirsûsa Rihayê çalakiya Pêncşema Reş li ber avahiya şaredariyê hat lidarxistin. Cigira şaredarê Pirsûsê Hulya Demîr, serokê rêxistina BDP'ê ya Pirsûsê Salîh Şahîn endamên meclisa şaredariyê, rêvebirên BDP'ê, Genel-Îş, Tum Bel-Sen û Egîtîm Sen tevli çalakiyê bûn. Nûnerê Sendîkaya Genel-Îşê ya Pirsûsê Bekîr Koştî da zanîn ku ji bo kurdan 15'ê Tebaxê rojeke pir girîng e û wiha got: "Em dibêjin êdî bes e. Girtiyên siyasî serbest berdin." Koştî xwest Tirkiye piştgiriyê nede Tirkiyeyê. 

WÊRANŞAR 

Li navçeya Wêranşara Rihayê çalakiya pêncşema reş li ber avahiya şaredariyê ya Taxa Kişlayê hat lidarxistin. Cigîrê şaredar Mehmet Burun, hevserokên BDP'a Pirsûsê Halîs Aktaş û Suat Kiliç û gelek kes tevli çalakiyê bûn. Halîs Aktaş diyar kir ku 4 sal in çalakiyên Pêncşema Reş lidar dixin û heta ku hevalên wan serbest neyên berdan dê çalakiyên xwe bidomînin. 

DÊRIK

Li navçeya Dêrika Mêrdînê çalakiya Pêncşema Reş li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê hat lidarxistin. Cigirê şaredarê Dêrikê Dogan Ozbahçecî, rêvebirên BDP'a Dêrikê, endamên meclisa şaredariyê, Belediye-Îş, Tum Bel-Senê tevli çalakiyê bûn. Cigirê şaredarê Dêrikê Dogan Ozbahçecî diyar kir ku bi coşeke mezin 15'ê Tebaxê pîroz dikin, 15'ê Tebaxê ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn xwedî cihekî girîng e. 

Piştî daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiyê rûniştinê hat lidarxistin. 

PEYAS

Li navçeya Peyasa Amedê ji bo siyasetmedarên kurd serbest bên berdan vê hefteyê jî çalakiya Pêncşema Reş hat lidarxistin. Cigirê şaredar Mahmut Dag, cigîrên şaredar Aynur Yilmaz, Servet Yilmaz, Îhsan Avci, serokê BDP'a Peyasê Davut Kesen gelek kes tevli çalakiyê bûn. Serokê şaxa Tum Bel-Senê ya Amedê Medenî Alpkaya bîbirxist ku îro salvegera 15'ê Tebaxê ye û wiha got: "Pêvajoya aştiyê ku hatiye destpêkirin didome. Kurdan ji bo aştiyê gelek fedakarî kirine û divê hikûmet jî bi heman hesasiyetê nêzî pêvajoyê bibe." Alpkaya xwest ambargoya li hember Rojava bê rakirin.

Piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.