Di "Pêncşema Reş" de azadiya girtiyan hat xwastin
Di "Pêncşema Reş" de azadiya girtiyan hat xwastin
Di "Pêncşema Reş" de azadiya girtiyan hat xwastin
Di çalakiyên "Pêncşema Reş" de bang li hikûmetê hat kirin ku nûnerên gel ên girtî serbest berde û di mijara çareseriya demokratîk de gavan biavêje.
Xebatkarên Şaredariya Peyasê ya Amedê, ji bo serbestberdana Şaredarê xwe Zulkuf Karatekîn, Alîkarê Şaredar Sabahattîn Dînç û siyasetmedarên Kurd ên girtî, ji bo cara 183. a çalakiya "Pêncşema Reş" lidar xistin.
Di çalakiya li ber avahiya xizmetê ya Şaredariyê de Alîkarê Şaredar Îhsan Avci, Serokê Komeleya 78'an Genî Alkan, Serokê Tum-Bel-Sen Şaxê Amedê Medenî Alpkaya, Dayikên Aştiyê, endamên Meclîsa Şaredariyê û xebatkarên Şaredariyê amade bûn.
Serokê Komeleya 78'an Genî Alkan di axaftina xwe ya li çalakiyê de diyar kir ku girtina bi hezaran kesan bi kêrî pêvajoya çareserî û aştiyê nayê û bi vê yekê re samimiyeta hikûmetê di nava gel de bi guman dibe. Alkan anî ziman ku gavneavêtina hikûmetê di pêvajoya çareseriyê de wan dixe nava fikaran û got, "Em bi guman in ku eger pakêta nû ya destûra bingehîn bersivê nede bendewariyên pêvajoyê, dê pêvajo biqede. Divê hikûmet demildest dest ji alîkarîdayîna çeteyên li Rojava li dijî Kurdan şer dikin, berde. Her weha em êrîşên li dijî goristanan ên li Bêdlis û Mêrdînê şermezar dikin."
Di çalakiyê de banga beşdariya li meşa jinan a 6'ê Îlonê li navçeya Baglarê ji bo piştgiriya Rojava, hat kirin. Protestoya "Pêncşema Reş" bi çalakiya rûniştinê ya ji 5 deqeyan bi dawî bû.
Li navçeya Riha Wêranşarê jî mîna her heftê, vê hefteyê jî li ber avahiya xizmetê ya Şaredariyê ya li taxa Kişlayê çalakiya "Pêncşema Reş" hat lidarxistin. Di çalakiyê de Cîgirê Şaredara Wêranşarê Mehmet Bûrûn, Hevserokê BDP'ê ya Navçeyê Halîs Aktaş, rêveberên BDP'ê yên navçeyê, endamên meclîs û xebatkarên Şaredariyê amade bûn.
Hevserokê BDP'ê yê Wêranşarê Halîs Aktaş da xuyakirin ku hikûmet li pêşberî pêvajoya çareseriyê xemsare û gavan neavêje û destnîşan kir ku ewê li dijî vê helwestê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Protesto bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.
Li navçeya Pirsûsê jî, çalakî li ber avahiya Şaredariyê pêk hat û Cîgira Şaredarê Pirsûsê Hulya Demîr, endamên meclîsa Şaredariyê, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê Salîh Şahîn, rêveberên navçeyê, endamên Genel-Îş û Tum-Bel-Sen ên Pirsûsê amade bûn.
Nûnerê Genel-Îşê Bekîr Koştî li vir daxuaynî da û xwest Şaredarê Pirsûsê Ethem Şahîn û hemû girtiyên din demildest bên berdan û got, "Hikûmeta AKP'ê di vê pêvajoya çareseriyê de, tevî ku berpirsyariyên xwe bicih nîne, hewl dide deskevtiyên Kurdan tine bike. Nikarin xwe li gorên me jî rabigire, gorên me xera dikin, cenazeyên gerîla direvîne. Bi qedexekirina perwerdeya zimanê dayikê, ragirtina girtiyên nexweş ên li ber mirinê ye re, nêzîkatiya xwe ya faşîzan aşkera dike. Piştgiriyê dide kujeran û wan dişînin ser Kurdên li Rojava û komkujiyan bi wan dide kirin. Dixwaze deskevtiyên heyî yên Kurdan ji dest bigire."
Li Dêrika Çiyayê Mazî jî, bi armanca şermerzarkirina girtina siyasetmedarên Kurd mîna her hefteyê çalakiya vê hefteyê ya "Pêncşema Reş" li bver avahiya xizmetê ya Şaredariya Dêrikê pêk hat.
Di çalakiya vê hefteyê de Cîgirê Şaredara Dêrikê Dogan Ozbahçecî, rêveberên BDP'ê yên navçeya Dêrikê, endamên meclîsa gitşî ya şaredarî û bajêr, endamên Belediye-Îş û Tum-Bel-Senê amade bûn.
Protesto piştî daxuyaniyê bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.