Di Pênçşema Reş de operasyon hatin şermezarkirin

Di Pênçşema Reş de operasyon hatin şermezarkirin

 Di çalakiyên Pencşema Reş ku her hefte li ber avahiyên şaredariyên şaredarên wan girtî tên lidarxistin, beşdarê çalakiyê operarasyon şermezar kirin û xwestin operasyon bi dawî bibe û hemû siyasetmedarên kurd serbest bên berdan. Çalakiyên Pencşema Reş ku ji Nîsana 2009'an dest pê kiriye li Dêrik, Pirsûs, Wêranşar, Peyas û Wanê berdewam kir.

Li Navçeya Dêrik, Pirsûs, Wêranşar, Peyasê û Navenda Wanê ji bo siyasetmedar, şaredar û nûnerên saziyên kurdan ên girtî serbest bên berdan çalakiya Pencşema Reş vê hefteyê jî berdewam kir.

Çalakiyên Pencşema Reş li ber avahiyên şaredariyan pêk hat. Di çalakiyan de xebatkarên şaredariyê, endam û rêveberên BDP'ê, endamên meclisên şaredariyê, wekîl û cigirên şaredariyan, nûnerên sendîka û komeleyan û gelek welatiyên din amade bûn.

Beşdarên çalakiyên Pencşema Reş, di çalakiyê de piştgiri dan Îmraliyê û xwestin pêvajoya muzakere û diyalogê di nava şert û mercên wekhev de pêk bê. Hat xwestin ku her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê û hikûmet jî samîmî tevbigere.

Ji hikûmetê hat xwestin ku gavên şênber bavêje û operasyonên siyasî û leşkerî bi