Di Pênçşema Reş de operasyonên li dijî KESK’ê hatin şermezarkirin

Di Pênçşema Reş de operasyonên li dijî KESK’ê hatin şermezarkirin

Li navçeya Peyasa Amedê, navçeyên Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê, navçeyên Wêranşar û Pirsûsê yên Rihayê çalakiyên Pêncşema Reş hatin lidarxistin. Di çalakiyan de êrîşa li hemberî heyeta HDK' û operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî KESK'ê pêk hat bi tundî hatin şermezarkirin.
WÊRANŞAR
Li Wêranşara Rihayê çalakiya Pêncşema Reş bi tevlibûna rêveberên BDP'ê û xebatkarên şaredariyê li ber avahiya şaredariyê hat lidarxistin. Daxuyaniya vê heftê ji hêla Serokê Tum Bel-Sena Rihayê Nurettîn Çetîn ve hat xwendin. Çetîn, diyar kir ku her roj operasyonên qirkirina siyasî pêk tên û ev jî demokrasiya pêş a AKP'ê ye û wiha got: "Di dema tehliyekirina 10 siyasetmedarên kurd de li Deryaya Reş êrişî heyeta HDK'ê kirin û li ser navê DHKP-C'ê jî li hemberî KESK'ê operasyonên binçavkirinê pêk hatin. Em ê li hemberî van polîtîkayên faşîzan ên AKP'ê bisekinin."
PIRSÛS
Pirsûsa Rihayê jî bi tevlibûna xebatkarên şaredariyê û rêveberên BDP'ê çalakiya Pêncşema Reş hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta 'Em şaredarê xwe dixwazin' hat vekirin. Serokê Genel-Îşa Rihayê Sadik Demîr daxuyanî xwend. Sadik, destnîşan kir ku hê jî bi hezaran siyasetmedarên kurd bi awayekî dermirovahî girtî ne û wiha axivî: "Zihnîyeta tunekirin, pişaftin, qirkirina AKP'ê di hemû qadên jiyanê de bênavber didomin.Her wiha em êrîşa li hemberî heyeta HDK'ê jî şermezar dikin:"
DÊRIK
Li Dêrika Mêrdînê bi beşdariya rêveberên BDP, sendîqayan û xebatkarên şaredariyê çalakiya Pêncşema Reş hat lidarxistin. Di çalakiyê de postera Şaredar Çaglar Demîrel hat hilgirtin û pankarta "Vîna me rûmeta me ye, rûmeta me sedema jiyana me ye" vekirin. Li ser navê girseyê Wekîlê Şaredarê Dêrikê Dogan Ozbahçecî daxuyanî xwend. Ozbahçecî di destpêka axaftina xwe de Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li hemû kesî pîroz kir. Ozbahçecî êrîşa li hemberî heyeta HDK'ê bi tundî şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Tevgera Azadiya Kurd û Serokatiya wê ev 30 sal in têkoşînê dimeşînin û hişmendiya demokrasiyê bi gelê kurd re çêkirine. Lê aliyê tirk jî hişmendiya nijadperestiyê bi wan re çêkirine. Ev yek rê li ber êrîşa li hemberî heyeta HDK'ê vekir."
QOSER
Li Qosera Mêrdînê jî çalakiya Pêncşema Reş bi beşdariya Şaredarê Qoserê Ferhan Turk ku di operasyona qirkirina siyasî de hatibû girtin û dawiyê serbest hat berdan û xebatkarên şaredariyê, li ber avahiya şaredariyê pêk pat. Di çalakiyê de daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî hat kirin. Şaredar Ferhan Turk di çalakiyê de axivî, Turk, spasiyê xwe pêşkêşî gel û hemû kesên ku tu caran wan tenê nehiştin kir. Turk, anî ziman ku heta ku li ser vê erdnîgariyê aştî pêk bê, dê têkoşîna xwe bidomînin.
PEYAS
Li Peyasa Amedê jî bi tevlibûna siyasetmedarên kurd Firat Anli, Ahmet Ertak û Abdullah Akengîn û gelek kesan çalakiya Pêncşema Reş pêk hat. Berdevkê Demê yê KESK'ê Medenî Alpkaya roja zimanê zikmakî pîroz kir. Şaredarê Şirnexê yê berê Ahmet Ertak, destnîşan kir ku ew 4 salan di zindanê de wekî rehîn hatin girtin. Piştî axaftina Ertak, Şaredarê Pîranê yê berê Abdullah Akengîn jî axivî ji bo piştgiriyê spasiy^exwe pêşkêşî gel kir.