Di 'Pêncşema Reş' de piştgirî ji bo Nûçe TV û MMC

Di 'Pêncşema Reş' de piştgirî ji bo Nûçe TV û MMC

Di çalakiyên 'Pêncşema Reş' ên vê hefteyê de, biryara Danîmarkayê ya girtina Nûçe TV û MMC hat şermezarkirin. Di çalakiyên li Peyas, Wêranşar, Pirsûs û Dêrikê de hat xwestin, siyasetmedarên Kurd serbest bên berdan.

Xebatkarên Şaredariya Peyasê, bi armanca serbestberdana Şaredar Zulkuf Karatekîn, Alîkarê Şaredar Sabahattîn Dînç û siyasetmedarên Kurd ên girtî, îro cara 181. çalakiya Pêncşema Reş lidar xistin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê de, Cîgirê Şaredarê Peyasê Mahmût Dag, Alîkarê Şaredar Îhsan Avci, Serokê Tum-Bel-Sen Şaxê Amedê Medenî Alpkaya, Dayikên Aştiyê, endamên meclîsê û xebatkar amade bûn.

Di çalakiyê de nûnerê Sendîkaya Genel Îş a DÎSK'ê M. Şah Sarikaya daxuyanî da û diyar kir ku bi pêvajoya aştiyê re divê hemû hevalên wan ên li girtîgehan tên ragirtin, weke nîşaneya samimiyeta hikûmetê bên berdan.

Sarikaya xwest, dawî li ambargo û êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê bê anîn û destnîşan kir ku girtina dengê gelên Rojhilata Navîn Roj TV, Nûçe TV û MMC ji bo Ewropaya dibêje dergûşa demokrasiyê ye, şermeke.

Piştî axaftinan çalakiya "Pêncşema Reş" bi çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 deqeyan bi dawî bû.

Li navçeya Riha Pirsûsê, çalakiya Pêncşema Reş li ber avahiya Şaredariyê pêk hat. Di çalakiyê de Cîgira Şaredarê Pirsûsê Hulya Demîr, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê Salih Şahîn û tevî gelek rêveberên BDP'ê hejmareke zêde nûnerên sendîkayan amade bûn.

Serokê Genel-Îş şaxê Rihayê Sadik Demîr li vir peyivî û diyar kir ku heta şaredar û siyasetmedarên Kurd ên girtî werin berdan, ewê çalakiya xwe ya 'Pêncşema Reş' dewam bikin. 

Çalakiya 'Pêncşema Reş' a li navçeya Wêranşarê jî li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê pêk hat. Nûnerê Genel-Îşê şaxê Wêranşarê Hîkmet Bûrûn li vir axivî û bal kişand ser komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku li Rojava sûcê mirovahiyê tê kirin. Bûrûn diyar kir ku ev şer bandorê li tevahiya cîhanê dike û bang kir ku kes li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemîne.

Çalakiya 'Pêncşema Reş' a li navçeya Mêrdîn Dêrikê, li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê pêk hat. Di çalakiyê de wêneyê Şaredara Dêrikê Çaglar Demîrel û pankarta bi nivîsa "Vîna me rûmeta me ye, rûmeta me rastiya me ya jiyanê ye" hatin hilgirtin. Endamê Belediye-Îşê Mûrat Arslan li vir peyivî û diyar kir li ser zextên Tirkiyê Nûçe TV, Roj TV û MMC hatine girtin û destnîşan kir ku ji bo dengê gelekî were birrîn her şêweyên dij mirovahî û antî-demokratîk hatine bikaranîn. Arslan li hemberî girtina televîzyonên Kurdî nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku dengê çapemeniya azad, wê ti carî neyê birrîn.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.