Di pêşhilbijartinên Mêrdînê de Ahmet Turk serket
Di pêşhilbijartinên Mêrdînê de Ahmet Turk serket
Di pêşhilbijartinên Mêrdînê de Ahmet Turk serket
Pêşhilbijartinên ku ji bo namzetê serokatiya Şaredariya BDP’ê a Bajarêmezin Mêrdînê Hevserokê DTK’ê Ahmet Turk yekem derket.
BDP’ê ku bi armanca hilbijartina herêmî yên sala 2014’an ji bo diyar kirina namzetê xwe yê Serokê Şaredariya Bajarêmezin Mêrdînê diyar bike, bi dawî bû. Sindoqên ku li navçe û bajarokên Mêrdînê hatin danîn di pêşhilbijartinê de 3 hezar û 835 delegeyan dengê xwe bi karanî, ji bo namzetiya Serokatiya Şaredariya BDP’ê yê Bajarê Mezin Mêrdînê Hevserokê DTK’ê û Parlementerê Mêrdînê Ehmet Turk yekem derket.
Li aliyê din hilbijartinên ku ji bo namzetiyên şaredariyên navçeya Mêrdînê hatîn kirin encamên wan wê di saetên pêş me de diyar bibin.