Di pevçûna li ser zevî de Ridvanê 8 salî jiyana xwe ji dest da
Di pevçûna li ser zevî de Ridvanê 8 salî jiyana xwe ji dest da
Di pevçûna li ser zevî de Ridvanê 8 salî jiyana xwe ji dest da
Ridvan Tokûr ê 8 salî ku di pevçûna duh a bi çekan a navbera malbatên Teker û Tokûr de birîndar bûbû, îro jiyana xwe ji dest da. Bi vî awayî hejmara kesên di pevçûna li ser zevî de jiyana xwe ji dest dan bûn çar kes.
Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, malbatên Teker û Tokur ku di navbera wan de ne li hevkirina erazî heyî, duh dema ku li Pazara Heyvanan rastî hev hatin, di navbera wan de pevçûneke bi çekan rû da. Di pevçûna derketî de, birayên hev ên bi navê Husnî û Şahabeddîn Teker hatin kuştin, 3 kes jî birîndar bûn.
Endamên malbata Teker dema ku fêrbûn birayên wan hatine kûştin û 3 kes jî birîndar bûne, êriş birin ser malbata Tokur a li Mezra Kerpiçorena girêdayî Lîcê.
Di pevçûnên ku li vir derketin de, Nisanur Tokur a 6 mehî ku di hembêza dayîka xwe Meral Tokur de bû, ji ber gulereşandinê jiyana xwe ji dest da. Di dema serdegirtinê de xwişkû birayên bi navê Omer ê 18 salî, Zeyneb a 15 salî, Mustafa Tokur ê 12 salî û Ridvan Tokur ê ku 8 salî bû birîndar bûn. Birîndar ji bo tedaviyê hatin rakirina Nexweşxaneya Lêkolînan a Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê.
Ridvan Tokur ê 8 salî ku li vir tedawî didît, li rexmê hemû hewildanên rizgarkirinê îro jiyana xwe ji dest da.