Di pevçûnên Çilaxa de tangek hate rûxandin
Di pevçûnên Çilaxa de tangek hate rûxandin
Di pevçûnên Çilaxa de tangek hate rûxandin
Pevçûnên ku duh di encama êrîşa komên çete ya li ser gundê Sefayê Çilaxa qewimîbûn heta vê sibehê dewam kirin. Tangeke êrîşkaran hate rûxandin, êrîşkaran gelek kuştî û birîndar dan.
Li gorî agahiyên bi dest ketine, komên çete duh saet derdora 18.45'an de êrîşî gundê Sefa yê 17 km dikeve başûrê bajaroka Çilaxa yê Girkê Legê kirine û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn bi dijwarî heta vê sibehê dom kirin. Hat ragihandin ku êrîşkaran çekên giran û tang bikaranîne. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine bidestxistin de encama pevçûnan de hêzên YPG’ê tangek êrîşkaran rûxandine, gelek kuştî û birîndarên komên çete çêbûne. Aloziya li derdorê hîn didome.