Di pevçûnên Cindirêsê 16 çeteyên El Qaîdeyê hatin kuştin

Di pevçûnên Cindirêsê 16 çeteyên El Qaîdeyê hatin kuştin

Hat ragihand Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî gundê Kilê yê dikeve navbera Cindirês û Atmê û ji aliyê Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam/Eniya El Nusra ve wek biryargehek navendî dihat bikar anîn operasyonek li darxist. Hate zanîn di operasyonê de heta niha 8 çete hatine kuştin û gelek bîrandar bûne. Li gorî agahiyan, li gundê Diwa yê heman herêmê jî 8 çete hatin kuştin.

Li dijî biryara çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê û Eniya El Nûsra ya li gundê Kilê yê navbera Cindirês û Atmê de YPG'ê operasyonek lidar xist. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, di operasyona YPG'ê de 8 çete hatine kuştin, gelek ji wan jî birîndar bûn. 

Ji aliyekî din  ve çavkaniyên herêmî ragihandin duh li girên derdora gundên Şêx Kerez, Diwa Jêrîn navçeya Cindirêsê dinavbera YPG’ê û Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de şerên dijwar rûdane. Hat ragihandin ku di vî şerî de 8 çete hatine kuştin, gelek ji wan jî birîndar bûne. Heman çavkaniyan ragihandin ku komên çete kuştî û birîndarên xwe bi rêya ambûlansên Tirk derbasî Tirkiyê kirine.

YEKÎNEYA TANGÊN YPG'Ê NAVENDEKE ÇETEYAN RÛXAND

Li gora çavkaniyên YPG’ê yekîneya wan tankê duh navendek nêzîkî Atmê ya çeteyên ser bi El Qaîdeyê hedef girtiye û di encama bombebaranê de navend bi temamî hatiye rûxandin. Çavkaniyan ragihandin ku gelek çete yên li vê navendê hatine kuştin û birîndarkirin.