Di pevçûnên Efrînê 30 çete hatin kuştin

Di pevçûnên Efrînê 30 çete hatin kuştin

Li Efrînê, di encama pevçûnên ji ber êrîşa komên çete ya li hemberî 2 bendên kontrolê yên YPG'ê destpê kirin de, 30 endamên komên çete hatin kuştin. Hat ragihandin ku di nava kuştiyan de kesên bi nasnameya Elman jî hene.

Hate hînbûn ku pevçûnên di encama êrîşa komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ya li ser 2 bendên kontrolê yên YPG’ê li herêma di navbera Cindêris a Efrînê û bajaroka Etma ya girêdayî Idlibê şerên dijwar qewimin. Li gorî agahiyan ku hatine bidestxistin pevçûn hîn didome. Hate gotin ku di pevçûnan de zêdeyî 30 êrîşkar hatine kuştin. Hate destnîşankirin ku di nava kuştiyan de kesên ku nasnameyên Elmanî li ser wan bû hene.

Li aliyê din jî hate zanîn ku komên çete girê Dîwa û Şêx Gir jî kampa bajaroka Etmayê bi çekên giran topbaran dikin. Hate gotin ku welatiyên herêmê ereb û kurd piştgiriya şervanên YPG’ê dikin û li dijî tevgera komên çekdar ketine nava tevgerê. 

Çavkaniyên herêmî yên bajaroka Etma tekez kirin ku komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê kuştî û birîndarên xwe di nexweşxaneya Etmayê de bi cih kirine ketin û derketina sivîlan a nexweşxaneyê qedexekirine.

PIŞTGIRIYA BI YPG'Ê RE DEWAM DIKE

Hate zanîn ku li aliyê din jî kurd û ereb welatiyên herêmê bi armanca piştgiriya bi YPG’ê re berê xwe dane navenda YPG’ê û meclîsan û dest bi parastina herêmê kirin. Hate gotin ku gelek kes di vê navberê de tevlî nava refên YPG’ê bûne. Her wiha dikandarên herêmê Cindêrisê jî ji bo piştgiriya YPG’ê dest bi kampanya berhevkirina alîkariyan kirin.