Di pevçûnên li Girê Spî de 36 çete hatin kuştin

Di pevçûnên li Girê Spî de 36 çete hatin kuştin

Şer û pevçûnên di navbera komên çekdar û hêzên YPG'ê de duh jî li Girê Spî û herêma Çilaxa dom kirin. Di pevçûnan de 36 endamên komên çekdar hatin kuştin.

Li herêmên Girê Spîr şevê din hêzên YPG'ê li gundê Mehmudiyê ku dikeve rojavayê Girê Spî li dijî komên çekdar çalakiyek lidar xist. Di çalakiya ku saet di 22.00'an de destpê kir de pevçûnan heta serê sibehê dom kir. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin di encama pevçûnan de 35 endamên komên çekdar hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Her wiha 5 motorsiklet û wesayîtek hatin desteser kirin. Hate gotin ku gelek wesayîtên çekdaran jî derbe xwarine.

Li gundên Susikê û Bîrkino yên dikevin rojavayê Girê Spî jî komên çekdar di nava 48 saetên dawî de cîh bi cî êrîş pêk anîn. Hate ragihandina ku di pevçûnên li gundê Susikê wesayîtek êrîşkaran hatiye rûxandin û kesên tê de jî hatine kuştin. Li gundê Bîrkino jî êrîşkarek hate kuştin. Derbarê encaman de agahiyên zelaltir nehatine bidestxistin.

Li herêma Çilaxa ya Girkê Legê jî li gundê Sefa di navbera hêzên YPG'ê û komên çekdar de pevçûn derketin. Pevçûnên ku di saetên serê sibehê de destpê kirin cîh bi cîh dom dikin. Derbarê encamên pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.