Di pevçûnên li Girê Spî de 40 çete hatin kuştin
Di pevçûnên li Girê Spî de 40 çete hatin kuştin
Di pevçûnên li Girê Spî de 40 çete hatin kuştin
Li gundên rojavayê Girê Spî, ji ber êrîşa El Nûsra û hin tabûrên Artêşa Azad, di navbera hêzên YPG û çeteyan de pevçûn derket. Hate hînbûn ku di van pevçûnan de zêdeyî 40 çete hatine kuştin û 3 wesayît hatine ruxandin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin çeteyên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra û hin tabûrên Artêşa Azad êrîşê gundên Çelbê, Bîr Kino, Sedê û Meha yên li rojavayê Girê Spî kirine û hêzên YPG’ê bersiva êrîşan dane.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin di pevçûnên li gundên Bîr Kino, Çelbê û Meha de zêdetirî 25 êrîşkar hatine kuştin û 3 wesayît hatine rûxandin.
Her wiha di pevçûnên li gundê Sedê yê 25 km li başûrrojavayê Girê Spî ye de, 15 êrîşkar hatine kuştin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Girê Spî hatine bidestxistin heta saetên berê sibehê ambulansan birîndarên komên çete vediguhestine nexweşxaneyên Bakurê Kurdistanê bajarê Rihanê. Hate gotin rewşa piraniya birîndaran girane û 3 birîndar beriya bigihêjin nexweşxaneyên mirine.