Di pevçûnên li Helebê de 2 çete hatin kuştin
Di pevçûnên li Helebê de 2 çete hatin kuştin
Di pevçûnên li Helebê de 2 çete hatin kuştin
Êrîşên komên çekdar ên li dijî taxên kurdan ên Helebê didomin. Hate ragihandin ku şevê din jî çeteyan êrîş pêk anîne û di encama bersivdayina hêzên YPG'ê 2 êrîşkar hatine kuştin, 3 jîbirîndar bûne.
Komên çete ku xwe girêdayî Artêşa Azad dibînin, êrîşên xwe yên li dijî taxên kurdan ên Helebê didomînin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin şevê din saet derdora 20.00’an de komên çete êrîşî taxa Seken Şebabî kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de 2 êrîşkar hatin kuştin û 3 birîndar bûn.
Li aliyê din topbarana komên çete ya li dijî taxên kurdan dewam dikin. Di encama topbaranê de gelek ziyana madî li van taxan çêbûye.