Di pevçûnên li Kobanê de 14 endamên çete hatin kuştin

Di pevçûnên li Kobanê de 14 endamên çete hatin kuştin

Li gundên rojavayê Kobanê komên çete yên ku êrîş pêk anîn, li hemberî berxwedana YPG’ê paşve reviyan. Di pevçûnan de zêdetirî 14 çete hatin kuştin, yek dîl hate girtin. Welatiyekî ku parastina gundê xwe dikir jî jiyana xwe ji dest da. Li gundê Girhok jî wesayîtek doçka hate rûxandin.

Êrîşên komên çete şevê din jî li gundên girêdayî Kobanê dom kirin. Komên ku xwestin êrîşî gundên Dogurman, îlacax, Iwêna, Qenayê û Çepilwêran bikin rastî berxwedana tund a YPG’ê hatin. Di pevçûnên ku ji saetên êvarê heta serê sibehê dom kirin de, zêdetirî 10 endamên çete hatin kuştin, yek dîl hate girtin û 3 wesayîtan derbe xwarin. Di encama pevçûnan de komên çete neçar man ku xwe ji dora gundan paşve vekişînin.

Di pevçûnan de welatiyê bi navê Xelîl Kêlo dema parastina gund dikir, jiyana xwe ji dest da.

Li aliyê din hate ragihandin ku komên çete ji gundê El Qibbe topên hawanan diavêjin gundên Çaqilwêran û Iwêna. Hate gotin ku topek hawanê di dema avêtinê de di nava êrîşkaran de teqiyaye û emîrekê wan û 3 çekdar mirine.

Li Girê Spî jî komên çete ji gundên Camiş û Çelbê topên hawanê avêtin gundê Susikê, lê tiştek li tu kesî nehat.

Li Girkê Legê jî li gundên Girhok û Yusufiyê şevê din cîh bi cîh pevçûnan dom kirin. Hate ragihandin ku li Girhokê wesayîtek doçka hatiye rûxandin.