Di pevçûnên li Serêkaniyê de 45 çete hatin kuştin
Di pevçûnên li Serêkaniyê de 45 çete hatin kuştin
Di pevçûnên li Serêkaniyê de 45 çete hatin kuştin
Di pevçûnên şevê din de, ku heta serê sibê li herêma Serêkaniyê li nêzî gundê Til Helef di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê rû dan 45 çetey hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, duh êvarê komên çeteyên rêxistina Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ), êrîşî bendên kontrolê yên YPG’ê li derdora gundê Til Helef û Esfernecar kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv dan û encamê de pevçûn rû dan. Pevçûnan heta saetên sibê dewam kirin. Her wiha 45 çete hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn û gelek ji wan ji meydana şer reviyan.
Çavkaniyan diyar kirin ku komên çete kuştî û birîndarên xwe derbasî Bakurê Kurdistanê dikin û li wir têne dermankirin.