Di pevçûnên Sûsik de 40 çete hatin kuştin
Di pevçûnên Sûsik de 40 çete hatin kuştin
Di pevçûnên Sûsik de 40 çete hatin kuştin
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di pevçûnên gundê Sûsik de zêdeyî 40 çeteyî hatiN kuştin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî yên nêzî komên çete ên Dewleta îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) û tabûra Ehrar El-Şam hatine bidestxistin di pevçûnên şeva pêncşemê de yên li gundê Sûsik a Girê Spî qewimîbûn zêdeyî 40 çekdar hatine kuştin.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku komên çete bi çekên giran û hejmarekî zêde êrîşî gundê Sûsik kirine û li derdora gund şerên dijwar qewimîne. Hate zanîn di pevçûnan de zêdetirî 40 çetên koman hatine kuştin û wan koman neçar mane birevin.
Çavkaniyan diyar kirin di heman pevçûnan de artêşa tirk gundê Susik ê bi çekên giran hate topbaran kiribû. Di êrîşên de 3 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dabû.