Di pirsgirêka Kurd de dê aştî were nîqaşkirin
Di pirsgirêka Kurd de dê aştî were nîqaşkirin
Di pirsgirêka Kurd de dê aştî were nîqaşkirin
Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyê, di bin navê "Em aştiyê nîqaş dikin" de civînekê organîze dike. Di civînê de, kar û barên aliyê dewlet/hikûmetê û aliyê hêzên demokrasî û kedê yên di pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de wê werin nirxandin.
Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyê dê bi navê "Em aştiyê nîqaş dikin" civînekê lidar bixe. Civîn wê roja 7'ê Îlonê li Navenda Giştî ya Odeya Endîzyarên Înşaetê pêk were û dê pêvajoya heyî û perspektîfên li ser çareseriyê bên nirxandin.
Di civînê de wê hin endamên Heyeta Mirovên Aqilmend, nûnerên partiyên siyasî, Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk, Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl, di 3 rûniştinan de nêrînên xwe bînin ziman.
Bernameya civînê weha ye:
* Hakan Tahmaz - Berdevkê Demî yê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyê / Axaftina vekirinê
Rûniştina Yekemîn
“Derfetên ji bo Aştiyê, Astengî û Ezmûna Mirovên Aqilmend”
Moderator: Esra Çûhadar - Hîndekara Zanîngeha Bîlkent'ê
* Levent Korkût - Zanîngeha Hacettepe'yê, “Nirxandina Raporên Heyeta Mirovên Aqilmend”
* Zubeyde Teker - Seroka Giştî ya TUAD-FED'ê, “Di hevdîtinan de daxwazên derketin pêş”
* Ahmet Farûk Unsal, Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê, “Nêzîkatiya hikûmetê li raporên Heyeta Mirovên Aqilmend”
* Ozturk Turkdogan, Serokê Giştî yê ÎHD'ê, “Derfetên civakîbûna aştiyê”
Rûniştina Duyemîn
“Li Rojhilata Navîn, Mezopotamya û Kurdistanê çi diqewimin??”
Moderator: Ahmet Kardam - Lêkolîner-Nivîskar
* Ehmed Turk, Hevserokê KCD'ê, “Di pêvajoya aştiyê de Kurd çi dikin? Pêşeroja Kurdan dê çawa be?”
* Ceyda Karan - Rojnamevan “Rojava û şerê li Sûriyê”
* Arzû Yilmaz - SBF, “Rola Kurdên li çar parçeyan a di jinûve avakirina Kurdistan û Rojhilata Navîn de”
Rûniştina Sêyemîn
“Di pêvajoya aştiyê de berpirsyarî û bernameYên me”
Moderator: Hakan Tahmaz, Gulsen Ulker, Azîme Bîlgîn
- Partiyên li Meclîsê komên wan hene: “Hûnê der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de çi bikin, hûnê astengiyan çawa ji holê rakin? (Bi taybetî guhertinên qanûnî, amadekirina civakê, hevkariya nava parlamentê)”
* Selahattîn Demîrtaş - Hevserokê BDP'ê
* Hasan Oren - Li ser navê CHP'ê Parlamenterê Manîsayê
- Sendîka, partiyên siyasî, platform û rêxistinên civakî yên sivîl
“Berpirsyariyên we yên di pêvajoya aştiyê de, hûnê çi çawa pêk bînin?”
Di vê beşa civînê de platform, sendîka, sazî û partiyên siyasî yên nûnerên wan dê mafê axaftinê werbigirin weha ne:
KESK, DÎSK, TMMOB, TTB, ABF, Halkevleri (Malên Gel), Barış için Kadın Girişimi (Ji bo Aştiyê Hewldana Jinê), 78’liler Girişimi (Hewldana 78'an), Anti-Kapitalist Müslümanlar (Muslimanên Antî-Kapîtalîst), PSAKD, ÎHD, MAZLUMDER, Devrimci 78’liler Federasyonu (Federasyona 78'an a Şoreşger), ODP, EMEP, HDP, SDP, ESP, YSKP, Yeşiller ve Sol (Kesk û Çep), DSÎP, EHP.