Di qezaya trafîkê ya li Geverê de 3 kes birîndar bûn

Di qezaya trafîkê ya li Geverê de 3 kes birîndar bûn

Li navçeya Colemêrg Geverê, du wesayît li hev qelibîn û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li Xaçerêya Sabanci ya li ser rêya Oremarê du wesayît li hev qelibîn. Di qezayê de ajokarên wesayîtan Sadrettîn Oztûnç û Omer Ozdîl, Feyaz Oztûnç birîndar bûn.

Birîndarên ku bi alîkariya gel ji wesayîtan hatin deristin, bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya li Geverê. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e.