Di roja duyemîn a Cejnê de serdanên goristanan dewam dikin

Di roja duyemîn a Cejnê de serdanên goristanan dewam dikin

Rêxistinên BDP'ê bi beşdariya sedan welatiyan li navçeyên Mûş Qop, Gimgim, Milazgir û li navçeya Agirî Patnosê çûn serdana gorên gerîlayên PKK û HPG'ê. 

Rêxistina BDP'ê ya navçeya Agirî Patnosê, bi girseyî çûn serdana gorên gerîlayên PKK'ê û HPG'ê ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane. Gelek welatî, Seroka BDP'ê ya Patnosê Îkran Bedîr, Şaredarê Patnosê Mahmut Yildiz û endamên Meclîsa Giştî yên bajar tevlî serdanên goristanan bûn. Ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest daye deqeyek rêz hat girtin û piştre serdana goristanan destpê kir. 

Di ziyareta gorîstanê de Mele Halîl Kalin diyar kir ku kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin û wiha got: "Emê herdem li pey têkoşîna wan bin. Gelê kurd xwedî li zarokên xwe derdikevin û êdî gelê kurd di nav yekitiyê de ye û bi hev re têdikoşe." Piştî axaftinan serdana goristanan bi xwendina dûayan bi dawî bû.

KOP: Li navçeya Qop a Muşê jî bi heman armancê di pêşengiya Rêxistina BDP'ê de bi sedan welatî serdana gorên gerîlayên PKK û HPG'ê ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn kir. Hevserokên BDP'ê yên Qopê Mahînur Taş û Nusret Fîlîz, Dayikên Aştiyê, nûnerê MEYA-DER'ê Hakîm Kaşçi, endamên Meclîsa Gîştî yên Bajar û şaredariyê û gelek welati tevlî serdana goristanê bûn. Girse li ber avahiya BDP'ê hatin gel hev û heta goristanaTaxa Şehitlîkê meşiya û serdana gorên gerîlayên PKK û HPG'ê kir. Komê li ser goran rêz girtin û dua xwendin. Serdana goristanan bi xwendina duayan bidawî bû.

MILAZGIR: Rêxistina BDP'ê ya navçeya Milazgir a Muşê bi girseyî çûn serdana gorên gerîlayên PKK û HPG'ê ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn. Şaredarê Milazgirê, Rêveberên BDP'ê û gelek welatî tevlî serdana goristanan bûn. Di serdana goran de ji bo kesên ku di têkoşîna azadi û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest daye deqeyek rêzdarî hat girtin. Piştî rêzdariyê Serokê BDP'ê yê Milazgirê Maksut Kayretlî diyar kir ku de herdem li pey têkoşina demokrasi û azadiyê bi çin û wiha got: "Heta ku em saxbin emê xwedî li şehîdên kurdistanê derkevin emê girêdayi wan bin emê bibaweriya wan herdem riya wan bişopînin." 


GIMGIM: Li navçeya Gimgimê ya Mûşê jî bi heman armancê di rêveberên BDP'ê û xizmên gerîlayên PKK û HPG'ê çûn gorên gerîlayên PKK û HPG'ê ziyaret kirin. Komê li ser goran rêz girtin û dûa xwendin. Di serdana goran de Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk anî ziman ku wan peywira xwe ya dîrokî pêk anîn û rêya ronî dan pêş wan. Çelîk da zanîn ku bi têkoşîna şehîdan rêya muzakere û diyalogê vebûye û êdî dikarin di vê rêya ronî de bimeşin. Çelîk da zanîn ku dê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd têkoşîna azadî û aştiyê pêş bixin.