Di rûniştina doza KCK'ê ya Sêrtê de du kes hatin berdan

Di rûniştina doza KCK'ê ya Sêrtê de du kes hatin berdan

Rûniştina doza KCK'ê ya Sêrtê ku 9 jê girtî 18 siyasetmedarên kurt tên darizandin li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Di îdîanameyê de derket holê ku polîsan Rêveberê BDP'ê yê Sêrtê Remzî Ayhan wekî şahidê nepen bi nav kiriye û kodê "Venus" lê kiriye.Di dozê de cigirê Serokê Şaredariya Sêrtê Mûsa Kûrhan li gel  Mehmet Emîn hatin berdan.

2'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Sêrtê ku 9 jê girtî 18 siyasetmedarên kurt tên darizandin, li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat.

Di runîştina doza KCK'ê de îdîanameyên der barê girtiyan de hat xwenin û piştre Şareda Selim Sadak parastin kir. Sadak îdîaneyên şahidên nepen ên "Jupiter", "Dunya", "Venus" ku der bare wî de dabûn qebûl nekir.
Piştî sadak îdîayên şahidên nepen hatin xwendin. Di xwendina îdîanameyê de derket holê ku "Jupiter" wekî navê Rêveberê BDP'ê yê Sêrtê Selahattin Cengiz, "Venus" jî wekî navê Wekîlê Serokê BDP'a Sêrtê Remzi Ayhan derbas dibe. Cengîz û Ayhan îdîayên der barê xwe re red kir û şahidiya nepen qebul nekir. Ayhan, diyar kir ku berê jî gelek caran polîsan li wî gef xwariye û der barê vê mijarê de serî li Şaxa ÎHD'ê daye.

Heyete piştî li parastinê guhdar kir navber dar rûniştinê.Heyetê der barê girtî de biryara berdewama girtinê da û rûniştina dozê taloqî 2'ê kanûnê kir.