‘Di sala 2014'an de wê rola Kurdan diyarker be’

‘Di sala 2014'an de wê rola Kurdan diyarker be’

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku sala 2014'an wê li ser daneheviya 40 salan û destketiyên 2013'an bimeşe û got, "Di siyaseta Tirkiyeyê de wê rola Rêber Apo û Tevgera Kurd diyarker be. AKP bixwaze yan jî nexwaze di sala 2014'an de wê di têkoşîna demokrasî û azadiyê de pêşketinên girîng çê bibin."

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di beşa dawî ya hevpeyvîna xwe li gel ANF'ê de, li Îranê çareseriya pirsgirêka Kurd, di sala 2013'an de rola Kurdên li Ewropayê di têkoşîna azadiyê de, armancên 2014'an ên Tevgera Azadiyê ya Kurd û pêşketinên gengaz nirxand.

'JI BO KONGREYA NETEWEYÎ HEWLDANÊN ME WÊ DEWAM BIKIN'

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ragihand ku Kongreya Neteweyî yek ji hesreta bingehîn a Kurdan e û destnîşan kir ku ji ber parçebûyîna neteweyî Kurd îro jî hînê di bin desthilatdariyan de ne. 

Bayik diyar kir ku ne tenê hêzên siyasî gelê Kurd bi xwe jî di haya vê rastiyê de ye, lewma timî yekitiya hêzên siyasî dixwaze. Bayik da zanîn ku di sala 2013'an de li ser kongreya neteweyî nîqaşên gelekî erênî hatine kirin û di vê mijarê de wiha peyivî:

"Mîna ku tê zanîn, hatina rojevê ya kongreya neteweyî, bi pêngava rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad a Rêber Apo, pêk hat. Rêber Apo xwest li Amedê konferansek, li Enqereyê konferansek, li Ewropayê konferansek û weke asta herî bilind a van hemuyan jî kongreya neteweyî bicive. Qelsiya herî mezin a Kurdan di roja îro de, komnekirina kongreya neteweyî û pêkneanîna yekitiya neteweyî ye. Eger ev yek pêk bê, dê pirsgirêka Kurd li çar parçeyên Kurdistanê ji îro ve çareser bibe. Ji ber vê yekê, kongreya neteweyî wê di warê jiyana siyasî, civakî, çandî û aborî de encamên dîrokî bi xwe re bîne."

Bayik destnîşan kir ku xebatên wan ên ji bo komkirin, meşandin û pêşvebirina kongreya neteweyî wê di sala 2014'an de jî dewam bike û got, "Kongreyeke Neteweyî êdî ji bo me veguheriye berpirsyariyeke dîrokî. Eger gelê me li benda kombûna kongreyeke neteweyî ye, di serî de em berpirsyariya hemû hêzên siyasî yên Kurd heye. Divê ev berpirsyarî bicih were anîn. Dema ev berpirsyarî bicih were anîn jî, pêwîste her kes xwe ji berjewendiyên teng û parçebûyî yên partîtiyê vegirin."

'BI DARVEKIRINAN RE ÎRAN XWE JI CIVAKA KURD DÛR DIXÎNE'

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bûyerên li Rojhilatê Kurdistanê diqewimin û darvekirinên ji aliyê rejîma Îranê ve tên kirin jî nirxand û destnîşan kir ku girîng e pozîsyona agirbestê ya navbera Îran û PJAK'ê de dewam dike.

Bayik ragihand ku ew timî alîgirê agirbesteke bi vî rengî bûn û anî ziman ku wan her tim xwestine Îran jî bi axaftin, nîqaş û muzakereya bi Kurdan re pirsgirêkê çareser bike.

Bayik da xuyakirin ku Îranê hînê biryar nedaye ka bi çi rengî pirsgirêka Kurd çareser bike û wiha peyivî:

"Ev diyar e; êdî bi darvekirinan çavê gelê Kurd nikare bê tirsandin û hesreta jiyana azad û demokratîk nikare bê tepisandin. Ji ber vê yekê eger Îran difikire ku bi darvekirinan re dê bigihêje çareseriyekê, ev xapandineke, dê encameke berevajî bi xwe re bîne. Îran bi van darvekirinan re têkiliyên xwe yên bi civaka Kurd re ji holê radike."

'CIHÊ DARVEKIRIN LÊ HEBE, AGIRBEST MAYÎNDE NABE'

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku eger li cihekî darvekirin hebe, li wê derê agirbest mayînde nabe û û got, "Hem darvekirin wê hebe, hem jî dê agirbest dewam bike! Eger Îran dibêje ev yek gengaz e, hingî di nava şaşiyekê de ye.

Bêguman darvekirin, agirbesta heyî di ser pira siradê re derbas dike. Ev wiha ye. Niha, hem wê agirbestê dewam bike hem jî PJAK'î dê werin darvekirin! Di vê rewşê de PJAK'î wê çi bikin? Ev nêzîkatî her hal di demeke dirêj de wê neyê qebûlkirin. Ji ber vê yekê ne darvekirin rast e, ne jî çareseriya pirsgirêkan a bi rêbaza şer û pevçûnan. Pêwîste di vê mijarê de Îran bi awayekî afirîner tevigere, PJAK jî pirsgirêkan ne bi şer hewl bide bi hevdîtinan û muzakereyan çareser bike."

'PARÊZERÊ KURDAN, GELÊ ME YÊ EWROPAYÊ YE'

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser rola Kurdên li Ewropayê ya di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd de û got, "Rêber Apo di parêznameya xwe de şukranê xwe yê taybet ji du gelan re pêşkêş kir. Yek ji van gelê Rojava yê din jî gelê me yê li Ewropayê ye. Kurdên li Ewropayê bi rastî jî di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de roleke girîng lîstine. Kurdên ku deriyên cîhanê lê hat girtin, bi vê girtinê re rastî qirkirina çandê hatin, bi rêya Ewropayê dengê xwe li cîhanê da bihîstin. Mîna ku nivîskarekî Ewropî dibêje, gelê me yê li Ewropayê parêzeriya gelê Kurd li gelemperiya cîhanê dike. Ji ber vê yekê me ji gelê xwe yê li Ewropayê re spas dikin. Alîkariya wan a madî û manewî ya ji bo Têkoşîna Azadiyê wê ti carî neyê jibîrkirin."

'BI KOMKUJIYA PARÎSÊ RE XWESTIN GELÊ ME YÊ LI EWROPAYÊ CEZA BIKIN'

Bayik da xuyakirin ku ew li Ewropayê bi êşeke mezin ketine sala 2013'an û got, "Qetilkirina hevala me ya rêzdar Sara, qetilkirina Rojbîn a hewl dida bibe dil, çav û berdevka Kurdên li Ewropayê û qetilkirina hevala Ronahî ya coşa têkoşîna ciwanan temsîl dikir, êşeke gelekî giran e. Bi vî rengî xwestin gelê me yê li Ewropayê ceza bikin. Di kesayetiya hevala Sara de hewl da PKK'ê tasfiye bike û di kesayetiya hevalên Rojbîn û Ronahî de jî xwestin piştgirî û dilsoziya gelê me yê li Ewropayê ceza bikin. Me êşa van qetilkirinan ji dil ve hîskirin. Me soz dan ku emê wateyeke berfireh bidin vê bûyerê û bersivê bidin bîranîna hevalên xwe yên şehîd."

Bayik destnîşan kir ku gelê Kurd ê li Ewropayê bi xwedîderketina li Sara, Rojbîn û Ronahî nîşan daye ku têkiliya wan a bi vê tevgerê re ewçend şidyayî girêdayî ye, ku qet qut nabe.

'DÎROK DILSOZIYA KURDÊN LI EWROPAYÊ YA BI AXA XWE BINIVÎSÎNE'

Bayik, çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist û destnîşan kir ku Kurdên li Ewropayê bi hêzeke mezin beşdarî kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan dibin. Bayik ragihand ku xebatên Kurdên li Ewropayê yên ji bo rakirina qedexekirina PKK'ê jî hêjayî pesindayînê ye.

Bayik da zanîn ku desteka ji bo şoreşa Rojava di asteke girîngiya dîrokî de ye û got, "Kurdên li Ewropayê bi heyecaneke mezin, dilsozî û hezkirinê xwedî li şoreşa Rojava derdikeve. Ev yek hêzeke mezin dide şoreşa Rojava. Her wiha ji bo gelê me yê Rojava li qada navneteweyî bê naskirin, rola gelê me yê li Ewropayê mezin e. Lewma gelê me yê li Ewropayê mîna her salê, di sala 2013'an de jî wezîfeya dikeve ser milê xwe bicih aniye. Qet rûneniştiye, timî li ser piyan li qada têkoşînê hêz û destek daye."

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku dîrok wê rojekê dilsoziya gelê Kurd li Ewropayê ya bi axa xwe, rêxistinbûyîna wan a ji bo jiyaneke azad û demokratîk û têkoşîna wan a li ser vê bingehê binivîsîne. Em bi vê bawer in."

DI 2014'AN DE CIVAK WÊ DEST DEYNE SER SIYASETÊ

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ragihand ku gelê Tirkiyeyê dîtiye ku hêzên xwedî karektera demokratîk nîn in, hêzên Tirkiyeyê demokratîk nakin, dikarin tev li her karên qirêj bibin.

Bayik got, "Bertîl, nelirêtî, sîstema diziyê, li welatên lê demokratîkbûyîn nînê rû didin. Li welatên demokratîkbûyîn lê çê nebûye, kontrola civakê di asta herî bilind de ye. Ne pêkane ku kes derkeve derveyî kontrola civakê. Lewma di sala 2014'an de civak wê dest deyne ser siyaseta Tirkiyeyê. Pêwistiya demokratîkbûyîn û demokrasiyê ya di dema bûyerên Gezî de derketin holê, wê di sala 2014'an de bilindtir bibe. Sala 2014'an wê ji bo demokratîkbûyîna Tiriyeyê bibe saleke girîng. "

Bayik diyar kir ku karên ne li rê xwe ji neçareseriya pirsgirêka Kurd xwedî dike û di vê mijarê de wiha peyivî:

"Di rewşeke ku demokratîkbûyîn çê nebûye û pirsgirêka Kurd çaresernebûye de, her kesên ku destekê didin polîtîkayên hikûmetan, xwe ji bo karên ne li rê mafdar dîtiye. Çawa ku di salên 1990'î de yên piştgirî dane şerê qirêj ê li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd, bi van karên qirêj re mijûl bûne, îro jî di berdêla destekdayîna hikûmeta AK'ê her şêweyên nelirêtî û diziyê tê kirin.

Bêguman em weke tevger dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîkbûyîn û siyasî bê çareserkirin. Di vê mijarê de agirbest derketiye holê. Vê agirbestê û rewşa bê pevçûn, rûyê rastî yê her kesî derxistiye holê. Diyar bûye ku AKP, Fetûllahî, CHP, hêzên derve kî çareseriyê dixwaze kî naxwaze, kî çiqasî demokratîbûyînê dixwaze, kî naxwaze."

‘PÊWÎSTE RÊBER APO WEKE SERKÊŞÊ MUZAKEREYAN BÊ QEBÛLKIRIN’

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ragihand ku di demeke nêz de ya pirsgirêka Kurd wê bi rêyên siyasî û demokratîk bê çareserkirin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke serkêşê muzakereyan bê qebûlkirin û pêvajoya çareseriyê li ser bingeheke qanûnî bê rûniştandin, ya jî wê ji bo çareseriya pirsgirêkê gav neyên avêtin û rewşa heyî ya agirbestê bê wate bê hiştin. Bayik diyar kir ku eger rewşa agirbestê baş neyê nirxandin û rewşa siyasî ya baş neyê dîtin, dê zehmet be ku agirbest were dewamkirin û got, "Gelê Kurd ji xwe wê li benda hikûmeta AKP'ê nemîne. Diyar bûye ku AKP polîtîkaya çareseriyê ji bo pirsgirêka Kurd nameşîne. Ji ber vê yekê wê gelê Kurd di dema pêş de sîstema xwe ya siyasî, civakî, aborî û çandî bi xwe damezrîne. Wê sîstema xwe ya demokratîk û azadîparêz bi xwe ava bike. Bêguman eger li hemberî vê êrîş werin kirin yan jî mîna operasyonên KCK'ê yên berê êrîş werin kirin, dê Tevgera Azadiyê ya Kurd jî bi hêza xwe ya serhildan û parastina rewa xwe biparêze."

Bayik anî ziman ku ew bawerin ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd şert û merc guncaw in û got, "Êdî kes nikare çareseriya pirsgirêka Kurd û azadbûna Rêber Apo asteng bike. Di sala 2014'an de azadiya Rêber Apo wê nêzîktir bibe. Eger li Tirkiyeyê nema dewleteke hegemon tê avakirin û civaka Tirkiye wê vê qebûl neke, hingî di demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd de neçare Rêber Apo weke serkêşê muzakereyan bê qebûlkirin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di demeke kurt de gavên radîkal bên avêtin. Ev yek wê ji bo azadiya Rêber Apo were wateya avêtina gaveke girîng."

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da zanîn ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo serketinê xwedî her şêweyên derfetan e û got, "Hêza têkoşînê ya gelê me, ezmûna wê ya siyasî heye. Ji vî alî ve di sala 2014'an de wê ev hemû derfet baş werin bikaranîn, Têkoşîna Azadiya yawê li ser bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser bike yan jî li ser bingeha civaka demokratîk û avakirina jiyana azad û demokratîk, rastiya jiyaneke azad a xwe bi xwe rêve dibe, destnîşan bike."