Di semînera Silêmaniyê de PÇDK, YNK, Goran û Yekgirtû civiyan
Di semînera Silêmaniyê de PÇDK, YNK, Goran û Yekgirtû civiyan
Di semînera Silêmaniyê de PÇDK, YNK, Goran û Yekgirtû civiyan
Li Zanîngeha Komar a Zanistiya Teknolojiyê ya li Bajarê Silêmaniyê semînerek hat lidarxistin. Endamên partiyên siyasî nêrînên xwe anîn ziman.
Di semînera ku ji aliyê rêveberiya Zanîngeha Komar a Zanistiya Teknolojiyê ve hatibû amadekirin de ji Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan (PÇDK)'ê Dr. Fayiq Mihemed Gulpî, ji Yekgirtû Şêrgo Cewdet, ji Tevgera Goran Nazenîn Xan, ji Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK)'ê Seywan û ji Hîzba Ayînde jî Saman Heme Xorşîd amade bûn.
Dr. Fayiq Mihemed Gulpî li ser navê partiya xwe PÇDK'ê axifî û got: "Wek lîsteya PÇDK'ê bernameya me heye, ev partî 12 sal e hatiye damezirandin, xwedî rêbazekî demokratîk, neteweyî, serbixwe, fikrî, siyasî ya kurd e."
Dr. Fayiq di berdewamiya axaftina xwe de bi bîr xist û got: "Em ê ji bo mafê hemû pêkhateyên li Kurdistanê û bi taybetî jî ji bo mafê jin kar bikin."
Dr. Fayiq Mihemed Gulpî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Pergala herêma Kurdistanê ku tenê ji bo berjewendiyên şexsî û hizbî ye her wiha pergaleke ne demokratîk e. Em ê wek partî pergaleke demokratîk a ji bo berjewendiyên neteweyî bibe pergaleke mayînde ava bikin."