Di şerê li dijî DAIŞ de ji 29 pêşmergeyan agahî nayên girtin
Di şerê li dijî DAIŞ de ji 29 pêşmergeyan agahî nayên girtin
Di şerê li dijî DAIŞ de ji 29 pêşmergeyan agahî nayên girtin
Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Federal a Kurdistanê diyar ku di şer û pevçûnên ji destpêka Tebaxê û vir ve ji 29 pêşmergeyan ti agahî nayên girtin.
Wezîrê Pêşmergeyan Mustafa Seyîd Qadir ê ji rojnameya Awene re axivî got ku 29 pêşmerge winda ne û ji wan agahî nayên girtin. Li gorî çavkaniyên Wezareta Pêşmergeyan ev pêşmerge di êrîşên destpêka Tebaxê yên çeteyên DAIŞ ên li hember herêma petrolê Zumar, xaka Êzidiyan Şengal û derdora Mûsilê de winda bûne.
Di dawiya Tebaxê de li Mûsilê pêşmergeyekî dîlgirtî bi awayekî hovane hatibû qetilkirin. Pêşmergeyê ku sere wî hat jêkirin dîmenê wî hat weşandin. Kesên di dîmenan de gef li rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê xwarin.
Wezareta Pêşmergeyan a li ser vê daxuyanî da diyar kiribû ku hin pêşmergeyên din ên rêya xwe winda kirine û birîndar bûne ketine destê DAIŞ. Wezaretê diyar kir ku ev hovîtiya li hemberî pêşmergeyên dîlgirtî nîşaneyên “tirsê ne” û wiha gotibû: “Bila hemû alî û hêz bizanin ku em hemû tevgerên van komên terorîst û hevkarên wan dişopînin. Ji ber vê sedemê tiştek bê serê pêşmergeyan wê DAIŞ û hevalbendên wê bêrdêlên mezin bidin.”