Di sîteya pişesaziyê ya Elbîstanê de teqîn: 3 birîndar
Di sîteya pişesaziyê ya Elbîstanê de teqîn: 3 birîndar
Di sîteya pişesaziyê ya Elbîstanê de teqîn: 3 birîndar
Li navçeya Gumgum (Mereş) Elbîstanê, li sîteya pişesaziyê teqînekê rû da û di encamê de 3 kes birîndar bÛn.
Li gorî agahiyan li navçeya Gumgum Elbîstanê, li kargeheke ku di siteya pişesaziyê de teqînek pêk hat. Li kargeha ku temîrata depoya neftê dihatkirin de, di dema kar de tang teqiya û kargeh veguherî qada şer. Di encama teqinê de xwediyê kargehê Cuma Ketîzmen û karkerê bi navê Serkan Yelegen û Galip Îpek birîndar bûn. Piştî teqînê welatiyên siteya pişesaziyê revîn cihê teqinê û birîndar xilas kirin. Birindar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbîstanê.
Dermankirina nexweşan hin berdewam dike.