Di teqîna li Çilaxa de endamekî Asayîşê jiyana xwe ji dest da

Di teqîna li Çilaxa de endamekî Asayîşê jiyana xwe ji dest da

Li bajaroka Çilaxa ya Girkê Legê, di dema derbasbûna wesayîta Asayîşê de teqîn pêk hat. Di encama teqînê de endamekî Asayişê jiyana xwe jidest da û yek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyan îro di saatên sibehê de li bajaroka Çilaxa, dema ku wesayîta dewriyeyê ya Asayişê derbas dibû, teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku di encama teqînê de endamekî hêzên Asayişê jiyana xwe jidest daye û yek jî birîndar bûye.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.