Di teqîna li Tirbepiyê de 2 çete hatin kuştin

Di teqîna li Tirbepiyê de 2 çete hatin kuştin

Hate hînbûn ku di encama teqîna duh a wesayîta komên çete yên DAIŞ'ê ya ku li gundê Celbera ya Tirbespiyê pêk hate de 2 çete hatin kuştin û gundî jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ji gundiyên gundê Celbera ê Tirbespiyê hatine bidestxistin di encama teqîna ku duh li gundê wan pêk hate de 2 endamên koma çete ya Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) hatine kuştin, her wiha gelek gundî birîndar bûne. Hate gotin ku herdu endamên DAIŞ'ê ji taxa Xwêran a Hesekê ne û cenazeyên wan birin Hesekê.

Li gundê Cilbarat a 24 kîlometrî dikeve başûrê Tirbespiyê jî wesayîtek bombebarkirî hate teqandin. Di encamê de kuştî û birîdar hene.

Li gorî agahiyên ji welatiyê bi navê S.K. yê ku di teqînê de birîndar bû ye hatine girtin wesayîtekê wesayîtek ser girtî ber bi gundê wan ve dikşand. S.K. destnîşan kir ku dema herdû wesayît gihiştin gundê Cilbarat wesayîta sergirtî ku ne dihat zanîn çi têde ye di nava gund teqiya. S.K. da zanîn ku di encama teqînê de kuştî û birîndar çêbûn lê ji ber ew bi birîndarî rakirin hejmara kuştî û birîndaran hîn nebû. S.K. diyar kir ku ji ber teqînê ziyana madî di malên gundiyan de çêbû ye.

Şêniyên gundê Cilbarat Erebin û di herêma herî başûrê Tirbepiyê dikeve û mîna gundên Ebû Xedîr, Tewîl, Mexsel, Himeyir û Xiwêtle wekî navendên komên çete yên DAIŞ'ê têne bikar anîn.