Di topbarana DAIŞ’ê de 1 jê jin 2 kes birîndar bûn
Di topbarana DAIŞ’ê de 1 jê jin 2 kes birîndar bûn
Di topbarana DAIŞ’ê de 1 jê jin 2 kes birîndar bûn
Çeteyên DAIŞ’ê yên ku di şerên li Kobanê de derbeyên giran dixwin, topên hewanan diavêjin girseya gel a ku li ser xeta sînor a gundê Dewşen ê Pirsûsê bi armanca piştgiriya bi berxwedana YPG’ê re nobetê digirin. Di topbaranê de 6 hewan hatin avêtin û yek jê jin bi giştî du kesên sivîl birîndar bûn. Her wiha wesayita sivîlan perçe perçe bû.
Çeteyên DAIŞ’ê duh gule li girseya gel a ku li gundê Siwêdê yê Pirsûsê bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re çalakiya nobetgirtinê dabû destpêkirin, reşandin. Çeteyan îro jî girseya gel a ku bi heman armancê li gundê Dewşena Pirsûsê nobet digirt, topbaran kir. Di encama topbarana ku 6 hewan hatin avêtin de tevî jina bi navê Şebnem Ay 2 kesên sivîl birîndar bûn. Hat ragihandin ku guleyek hewanê jî li wesayita çalakgerên nobetê digirin ket û di encamê de wesayit perçe perçe bû.
TIRKIYE ÇAVÊ XWE LI ÊRÎŞÊN DAIŞ’Ê DIGIRE
Li devera ku topbaran lê pêk hat, ji rêveberên KCD’ê Songul Morsumbul ev daxuyanî da kesên di çalakiya nobetê de: “DAIŞ’ê vê derê topbaran dike, Tirkiye çavê xwe lê digire. Ev binpêkirina sînoran e, ger li cihekî din bûya qiyamet radibû. Lê gava mijar dibe Kurd Tirkiye tenê lê temaşe dike. Ev yek jî piştrast dike ku Tirkiye destekê dide çeteyên DAIŞ’ ê û çavên xwe li êrîşan digire. Lê çi çêbibe jî em dê li ser vî sînorî bin.”
DI DEMA DAXUYANIYÊ DE TOPBARAN
Dema Morsumbul daxuyanî dida jî çeteyên DAIŞ’ê hewaneke din avêtin. Hewan li cihek vala ket. Li hemberî topbaranê girseya gel sloganên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana YPG’ê qêriyan.”
PARLEMENTERAN LÊKOLÎN PÊK ANÎN
Piştî bûyer hate bihîstin, parlementerên HDP’ê Aysel Tugluk, Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Bînîcî û Husamettîn Zenderlîoglu hatin cihê bûyerê û lêkolîn pêk anîn.

