Di tûra yekemîn a hilbijartinên giştî yên Franseyê de hevgirtina partiyên çepgir bi ser ketin.
Li gorî encamên ne ferm, hevgirtina partiyên çepgir ji sedî 47,10’ê dengan wergirtin. Hevgirtina Tevgera Yekitiya Gel a rastgir û partiyên din ên rastgir ji sedî 35,40’ê dengan wergirt. Rastgirên tundraw jî ji sedî 13,40’ê dengan wergirtin.
Meclîsa Franseyê ji 577 kursiyan pêk tê. Li gorî sîstema hilbijartinê, parlementerên ku di tûra yekemîn de ji sedî 50’yê dengan zêdetir bistîne, yekser tên hilbijartin. Kesên ji 12,5’ê dengan zêdetir distînin jî mafê ketina tûra duwemîn a hilbijartinê bi dest dixin.