Di xwekuştina gumanbar a Mehmet Acar de gumana tacîza zayendî
Di xwekuştina gumanbar a Mehmet Acar de gumana tacîza zayendî
Di xwekuştina gumanbar a Mehmet Acar de gumana tacîza zayendî
Di bûyera mirina gumanbar a leşker Mehmet Acar ê ji navçeya Mêrdîn Şemrexê, ku di sala 2012'an de hat îdîakirin li Mala Artêşê ya Îzmîrê xwe kuştiye, rewşeke girîng derket holê. Di lêpirsîna ji aliyê Dozgeriya Leşkerî ya Fermandariya Artêşa Egeyê ya Hêzên Bejahî ve hat kirin gihaşt wê encamê ku der heqê xemsariya wezîfedarên Mala Artêşê ya Astsûbayan a Muduriyeta Malên Artêşê yên Îzmîrê de ti delîl nehatiye dîtin. Dosya bi pirsgirêka têkiliyeke hestewar hat girêdan û bi lez û bez biryar hat dayîn ku pêwistî bi şopandina bûyerê re tineye. Lê belê îxbarek ji bavê Acar Zekî Acar re hat, nîşan dide ku bûyer berovacî vê rewşê ye. Bav Acar ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku kesekî beriya bi demekê li Mala Artêşê ya Îzmîrê leşkerî dikir beriya mehekê li wî geriyaye û jê re gotiye ku astsûbayekî li mala artêşê tacîza zayenî li leşkeran dikir û herî dawî jî zor li kurê wî dikir. Bavê bi êş anî ziman ku kurê wî beriya bimire ji hevalekî xwe re gotiye ji ber astsûbayekî serê wî di belayê de ye û got, 'eger bi wî awayî nêzî kurê min bûye, kurê min ev ti carî qebûl nekiriye û ne xwestiye di bin vê nêzîkatiyê de bimîne."
Mehmet Acar ê kurê herî biçûk ê malbateke ji navçeya Mêrdîn Şemrexê bû, bi malbata xwe re beriya salan koçî Çorlû ya Tekîrdagê kir û li vê derê bi kêfxweşî jiyana xwe derbas dikir. Acar ku ciwanekî bi welatparêzî û bûyerên siyasî re eleqedar dibû ji aliyê herkesî ve dihat kezkirin û dema karê xwe yê aşpêşiyê dikir, ji bo leşkeriyê ew şandin Mala Artêşê ya Îzmîrê. Acar li vê derê jî alîkariya aşpêş dikir û di 9'ê Mijadara sala 2012'an de li dareke li bexçeyê mala artêşê daliqandî hat dîtin. Bi lez û bez otopsiya wî hat kirin û tevî cenaze radestî malbatê hat kirin jî, mijê li ser bûyera mirina wî qet belav nebû.
TU DOZGERÎ YAN PSÎKOLOG?
Dozgeriya Leşkerî ya Fermandariya Artêşê ya Egeyê ku der heqê bûyera mirina gumanbar a Acar de dest bi lêpirsînê kir, îfadeya çend leşkeran girt û di şûna bûyerê lêkolîn bike hewl dida ser wê binixumîne. Dozgerê Leşkerî di nirxandina xwe de ji bilî delîlên madî û huqûqî cih da analîzên psîkiyatrîk û îdîa kir; "Acar bi evîndara xwe ya nû û kevin re pirsgirêk jiya, di roja bûyerê de ji ber ku bi hezkiriya xwe re nîqaş kiriye û ji hev veqetiyaye, bi hevalên xwe yên din re li hev nekiriye û ji ber hin neyîniyên di hevsengiya giyanî de biryar daye xwe bikuje, ji bo bicihanîna vê biryara xwe, roja bûyerê saet di 22.00 de diviyabû li xwaringehê bûya lê ji xwaringehê derketiye, li pişt avahiya bingehîn a Mala Artêşê ya Astsûbayan çûye beçxe, di vê demê de kincê aşpêşiyê bi xwe re biriye, bi kincên aşpêşiyê xwe li dara li beçxe daliqandiye û dawî li jiyana xwe aniye."
'LI WÎ DIDAN Û HEQARET LÊ DIHAT KIRIN'
Lê di dosya lêpirsînê de nameyek bal dikşand. Piştî xwekuştina gumanbar a Mehmet Acar, leşkerekî ji Wezareta Parastina Millî re nameyek şand û tê de digot; "Birêz Wezîrê min, ez li Mala Artêşê ya Astsûbayan a Îzmîrê leşkeriya xwe dikim. Li vê derê duh bi şev hevalekî me xwe kuşt. Sedema bingehîn a vê yekê; em li vê derê timî lêdanê dixwun, heqaretan dibihîzin. Kesê yekane yê me diparêze, astsûbayê me yê hewayî ye. Mirovekî durust e. Niha diçe, wî jî daxwazname da. Wî bi xwe jî êdî nekarî li van dek û dolabên li vir digerin rabigire. Her şêweyên sextekariyê heye li vir. Eger ew femandar biçe, emê hemû têkevin rewşeke nebaş. Bila neçe, hûn bikevin dewrê. 2 mehan nekarî li ber xwe bide. Ez bi gorî hûn alîkariyê bidin me. Her kes di rewşeke xwe kuştinê de ye. Em di bin zextê de ne. Êdî em ditirsin der heqê hevalê xwe yê xwe kuştiye de îfade bidin. Îdîaya, hevala wî ew terikandiye, bahane ye. Bê sedem em li zilmê rast tên. Êdî ditirsim ku navê xwe jî eşkere bikim. Ji kerema xwe re alîkariyê bidin me."
WEZARETA PARASTINA MILLÎ NAME JI NEDÎTÎ VE HAT
Lê belê Dozgeriya Leşkerî ev nameya leşkerekî di heman yekîneya Mehmet Acar de cih digirt ji Wezareta Parastina Millî re şandibû, ji nedîtî ve hat û bi lez û bez di nava 10 rojan de lêpirsîn bi dawî kir. Dozgeriya Leşkerî ya Fermandariya Artêşa Egeyê ya Hêzên Bejahî di lêpirsîna xwe de gihaşt wê encamê ku der heqê xemsariya wezîfedarên Mala Artêşê ya Astsûbayan a Muduriyeta Malên Artêşê yên Îzmîrê de ti delîl nehatiye dîtin.
LI MALA ARTÊŞÊ MIKURHATINA TACÎZA ZAYENDÎ
Bavê Mehmet Acar Zekî Acar diyar kir ku beriya mehekê jê re telefoneke mikurhatinê hatiye û got, "Kesekî li Mala Artêşê ya Îzmîrê leşkerî dikir li mala me geriya, destpêkê xwe gihand hevsera min dûre jî bi min re axivî. Ji min re got; 'li mala artêşê astsûbayek hebû ku tacîza zayendî dikir, wî astsûbayî zor li Mehmet dikir û carekê dît ku li korîdorê bi qirika Mehmet girtiye û ew li dîwêr xistiye.' Anî ziman ku ew nizane ka di vî warî de tiştek bi Mehmet kiriye yan na, lê berê tacîza zayendî li gelek leşkeran kiriye. Dûre min bihîst û astsûbayekî bi vî rengî xistine girtîgeha leşkerî, lê min xwe negihand navê wî. Niha em vê mijarê lêkolîn dikin."
BI ASTSÛBAYEKÎ RE SERÊ MIN DI BELAYÊ DE YE
Acar diyar kir ku kurê wî ti derê xwe ji wan re neaniye ziman û eger li ber mirinê be jî dîsa ji bo wan xemgîn neke, hewl dide hemû pirsgirêkên xwe bi xwe hal bike, lê belê li hevalekî xwe geriyaye û aniye ziman ku bi astsûbayekî re serê wî di belayê de ye. Acar anî ziman ku kurê wî ji hevalê xwe re diyar kiriye ku ew ji serê sibê saet di 04.00 heta 01.00 ê nîvê şevê dixebite, ne diyare ji kê re xizmetê dike, gelek astsûbayên teqawît tên dixun, vedixwin û serê wî bi astsûbayekî re di belayê de ye. Acar da xuyakirin ku berovacî îdîayên di lêpirsîna dozgeriyê de hatin bilêvkirin, wan ti carî zext li kurê xwe nekirine ku bi kîjan keçê re bizewice, wan kurê xwe bi awayekî azad mezin kirine û hemû biryarên xwe ew bi xwe dide. Bav Acar destnîşan kir ku ev îdîaya dozgeriyê bi temamî ji bo girtina dosyayê ye. Acar ragihand ku 2 hefte beriya bûyerê, wî kurê xwe dîtiye, 2 rojan bi hev re geriyane û got, "Ti pirsgirêkên wî tinebûn. Gelekî baş bû. Her tim rûken bû, wêrek bû, ji tiştekî xwe venedigirt. Bêtirs bû û di binê tiştekî de nedima."
BI SIYASETA KURD Û TÊKOŞÎNA AZADIYÊ RE GELEKÎ ELEQEDAR BÛ
Acar diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku kurê wî ji ber nasnameya xwe ya Kurd di bin zextê de maye û got, "Ji telefona xwe her tim li muzîka Kurdî guhdarî dikir. Di telefona wî de wêneyên Abdûllah Ocalan û gerîla hebûn. Bi siyaseta Kurd û têkoşîna azadiyê re gelekî eleqedar bû û ev yek bêyî xwe ji deverekê vebigire, digot. Berî biçe leşkeriyê min jê re got bila wan wêneyan ji telefona xwe derxîne, naxwe serê wî wê têkeve belavyê. Lê dîsa wî ew telefona xwe bi xwe re bir. Bav Acar diyar kir ku piştî mirina kurê wî, dozgeriya leşkerî telefona kurê wî Samsûng a 3 G nedane wî, berovacî telefoneke bê kamera radestî wan kiriye û diyar kir ku ciwanên leşkeriyê dikin xwedî deftereke bîranînê ne, xwedî wêneyan e, lê ji wan re tiştek nehatiye dayîn.
Zekî Acar da xuyakirin ku eger li gorî mikurhatina wî leşkerê li wan geriya, li holê tacîzeke zayendî hebe û astsûbay zext li kurê wî kiribe, hingî kurê wî ev qebûl nekiriye, nexwestiye di binê tiştekî weha de bimîne û destnîşan kir ku ewê heta ronîbûna vê bûyerê li ber xwe bidin.
XWE KUŞTINÊN GUMANDAR HEMÛ TÊN SERÊ CIWANÊN KURD Û ELEWÎ
Parêzera malbata Acar Eren Keskîn da xuyakirin ku ew li dijî biryara dozgeriya leşkerî derketine lê belê îtiraza wan hatiye redkirin û wan jî dosya ragihandine Dadgeha Destûra Bingehîn. Keskîn diyar kir ku balkêşe piraniya bûyerên xwe kuştinê yên gumanbar tên serê ciwanên Kurd û Elewî û diyar kir ku Kurdbûyîna Mehmet Acar, ne rasthatineke.