Di xwepêşandana li dijî 'Pinochet' de pevçûn

Di xwepêşandana li dijî 'Pinochet' de pevçûn

Xwepêşandanên li Şîliyê li dijî belgewariya bi navê “Pinochet” a ku dîkdatorê berê yê Şîliyê Augusto Pinochet weke lehengek neteweyî yê ku welat ji komunîzmê rizgar kiriye, bi nav dike, li rastî mudaxeleya polîsan hatin.

Şaredarê paytext Santiagoyê Pablo Zalaquett ragihand ku kolanan ziyanên mezin dîtin û piştre polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşê xwepêşandêran kirin.

Generalê berê Agustus Pincochet di 11’ê îlona 1973’ê de li hemberî rêveberiya komumîst a Serokdewletê wê demê Salvadaro Allende derbe danî û heta sala 1990’ê li ser desthilatê ma. Di dema derbeyê de bi deh hezaran kes hatin wedankirin û kuştin.

v belgewarî cara yekemîn roja yekşemê li paytext Santiagoyê hat nîşandan. Ev belgefilm ji aliyê “Rêxistina 11’ê Îlonê” ya ku navê xwe ji roja derbedanîna Pinochet wergirtiye, hatiye fînansekirin. Serokê vê saziyê Juan Gonzales di destpêkê de axaftinek dike û diyar dike ku çîrokên Pinochet hatine manupîlekirin, wan jî xwestiye vê yekê nîşan bidin.

Alîkara Serokê Komeya Xizmên Girtî û Wendahiyan Mireya Garcia di daxuyaniya da de diyar kir ku ew destûr nadin ku belgefilmeke wiha pesnê dîkdatorî, terora dewletê û sucên wê yên ku em pêre rû bi rû mane were weşandin.

Xizmên wendahiyan û 10 rêxistinên mafê mirovan ji Serokdewletê Şîlîyê Sebastian Pinera re nameyek şandin û xwestin ev belgefilm were qedexekirin. Lê serokdewlet bi hinceta azadiya ramanê vê daxwazê red kir. Dadgehê jî bi heman hincetê daxwazê red kir.

Sala par, hikûmeta Şîlîyê ragihand di dema Pinochet de 40 hezar û 18 kes bûne qûrbanê cûntayê û ji vana 3 hezar û 95 kes hatine kuştin û 1200 kes jî heta niha wenda ne.