Li Siûdî Erebîstan bi boneya prostokirina girtin oldarê Şiî, xwepêşandanek hat lidarxistin. Di encama xwepêşandanê de herî kêm 2 kes hatin kuştin.
Hat ragihandin ku di xwepêşandana li bajarê Katîf ê li rojhilatê welat pêk hat de kesên bi navê Ekber el Şakurî û Muhemed el Fîlfî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin.
Wezareta Navxweyî ya Siûdî Erebîstan ragihand ku di navbera xwepêşandêr û polîsan tu pevçûnek çênebûye û diyar kir ku ew mijarê lêkolîn dikin.
Wezareta Navxweyî ragihand ku Şêx Nîmr el Nîmr bi “hewlana serhildanê” hatiye binçavkirin.