Di yekem roja Cejnê de çeteyan êrîş kirin
Di yekem roja Cejnê de çeteyan êrîş kirin
Di yekem roja Cejnê de çeteyan êrîş kirin
Di yekem roja Cejna Qurbanê de Komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê li herêma Çilaxa êrîşî 3 gundan kir. Di encama bersivdayîna hêzên YPG’ê de pevçûnên dijwar qewimîne. Hate hînbûn ku kuştî û birîndarên êrîşkaran hene.
Tevî fermandariya Giştî ya YPG’ê bi munasebeta Cejna Qurbanê bê çalakî îlan kiribû û diyar kiribû ku ew wê di rojên cejnê de çalakiyan pêk neynin. Komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê di yekem roja Cejna Qurbanê de êrîş pêk anîn. Li gorî agahiyên hatine bi destxistin îro saet di 06.30’an de komên çekdar ên Dewleta Îslamiya Iraq û Şamê êrîşî bendên kontrolê yê YPGê li gundê Til Elo, Til Elo Xemer û Xerab Bajar ên Çilaxa ya Girkê Legê kirin. Li ser bersivdayîna hêzên YPG’ê pevçûnên dijwar di navbera herdû aliyan derketine. Hate hînbûn ku di pevçûnan de kuştî û birîdnarên komên çete çêbûne. Derbarê hejmara kuştî û birîndaran de agahiyên zelal ne hatine bi destxistin.
Pevçûn bi dijwarî hîn didomin.