Dibe ku Başûrê Kurdistanê tevlî hilbijartinên Iraqê nebe

Dibe ku Başûrê Kurdistanê tevlî hilbijartinên Iraqê nebe

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî da diyar kirin ku eger  hilbijartin wek şaşiyên berê bê  lidarxistin, dibe ku em tevlî hilbijartinên Iraqê nebin.

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinên xwe yên li gel nûnerê NY’ê Nikolay Mîladînov destnîşan kir ku bi rewşa sistema hilbijartinên Iraqê ya bê edaletî de wê Başûrê Kurdistanê tevlî hilbijartinên giştiyên Iraqê nebin.

Li rexmê ku di hilbijartinên sala 2010’an de rewşa Kurdan ya hilbijartinên giştî nebaş jî bû, Barzanî destnîşan kirin ku bê mafî li wan hatiye kirin û got, kursiyên parlemenê bi şêwazekî dadwerî ne hatine dayîn.

 Barzanî ji bo hemû welat hekhevî xwest û da diyar kirin ku wê Kurd cezayê herêmên kêm beşdarî hilbijatinê dibin nedin. Da diyar kirin, eger di hilbijatinên sala 2014’an de heman rewşên berê bê dubarekirin, mafê Herêma Kurdistanê heye ku beşdarî hilbijartinê nebin.

Barzanî duh ji bo nûnerên Kurdan yên Bexdayê civîn li darxistî bû û di derbarê sistema hilbijartina Iraqê de komîteyek ji hemû aliyê siyasî avakir. Barzanî got ku, pêwiste sistema hilbijartinê bi prensîbên dadwerî û demokrasiyê be.