Dibistanên Bêrîvan û Dayika Uveyş jî hatin morkirin
Dibistanên Bêrîvan û Dayika Uveyş jî hatin morkirin
Dibistanên Bêrîvan û Dayika Uveyş jî hatin morkirin
Piştî ku Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li navçeya Amed Rezanê hat morkirin, Dibistana Seretayî ya Bêrîvan a li Cizîra Botan û Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a li Geverê serê vê sibehê, ji aliyê polîsan ve hatin morkirin.
Xweranegirtina dewleta Tirk a li zimanê dayikê, ku duh bi girtina Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li Amedê destpê kir, îro serê sibê li Cizîr û Geverê dewam kir.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, serê sibehê dema kesek li dibistanê tinebû polîsan avêtin ser Dibistana Seretayî ya Bêrîvan a duh bi merasîmeke girseyî hat vekirin û mora girtinê li deriyê wê dan û tabelaya dibistanê jî jê kirin.
Balkêşe ku hemû polîsên ku dibistan digirkirine tîmên taybet in û ji bilî wesayîtên zirxî wesayîtên jammer ên ku sinyalan tevlîhev dikin jî li hewşê hatin bicihkirin.
Rêveberên Şaxa KURDÎ-DER û DBP'ê hatin dibistanê û polîsan bi hinceta biryara dozgeriyê dibistan mor kirin.
Hate hînbûn ku Midûriyeta Perwerdeya Milî ya Şirnexê li gel li dibistanê tu lêkolîn nekirin ji Waliyê Şirnexê re daxwaznameya dibistan ji bo perwerdehiyê guncaw nîne şandiye.
Li navçeya Colemêrg Geverê, polîs û tîmên taybet bi wesayîtên zirxî ketin hewşa Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş û mora girtinê li dibistanê dan.
Balkêşe ku hemû polîsên ku dibistan digirkirine tîmên taybet in û ji bilî wesayîtên zirxî wesayîtên jammer ên ku sinyalan tevlîhev dikin jî li hewşê hatin bicihkirin.
Rêveberên Şaxa KURDÎ-DER û DBP'ê hatin dibistanê.