Yek ji rojnameyên Almanyayê ya xwedî trajeke bilind Die Welt diyar kir ku Erdogan ji ber gotinên xwe yên bi awayê “Di girtîgehan de tenê kesek di greva birçîbûnê de ye” li Tirkiyeyê bûye mijara henek û tinazan. Rojnameyê nivîsand ku Erdogan uslubê xwe yê li hemberî Tirkiyeyê li Almanyayê guherandiye, lê belê nêzîkatiyên wî heman bûn.
Serdana Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan, a ku du roj berê li Berlînê pêk anî, hîna jî di rojeve çapemeniya Alman de ye. Yek ji rojnameyên navdar ên welatê Die Welt cih da şîroveyên der barê daxuyaniyên Erdogan ên li Berlînê de.
Di nivîsa bi îmzeya “Erdogan li Tirkiyeyê bû mijara henek û tinazan” de gotinên Erdogan ên bi awayê “Şowê dikin, di girtîgehan de tenê kesek di greva birçîbûnê de ye” bi bîr xist. Rojnameyê nivîsand ku di heman kêliyan de wezîra dadê ya Alman Sabine Leutheusser-Schnarrenberger bi wezîrê dadê yê Tirk Sadûllah Ergîn re hevdîtin pêk anî û Ergîn diyar kir ku 683 kes di greva birçîbûnê de ne. Rojnameyê got:
"Gotinên Erdogan ên ku li Berlînê der barê girtiyên Kurd de kir, bûn manşet. Çapemenî tinazên xwe bi Erdogan dikin û pirsa “1 kes an jî 683 kes in” dipirsin. “Rojnameyê nivîsand ku Erdogan uslubê xwe yê li hemberî Tirkiyeyê li Almanyayê guherandiye, lê belê nêzîkatiyên wî heman bûn.