Dijber di heman eniyê de?!

Dijber di heman eniyê de?!

Piştî ku hat îdîakirin di bombebaran li rojhilatê Şamê de çekên kîmyewî hatiye bikaranîn, gotûbêjên li ser destwerdaneke derve li dijî Sûriyê zêde bûn. DYE, Birîtanya, Fransa û hevkarên wan ên li Rojhilata Navîn wek Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatar xwe amade dikin êrîşek berfireh li dijî rejîma Esad pêk bînin. Ev êrîş dê rewşa heyî aloztir bike. 

Bûyerên dawî û helwesta dewletên Rojavayî ya li hemberî Sûriyê, rojeva Misrê xist bin siya xwe û hêdî hêdî tê jibîr kirin. Lê rewşa Misrê û Sûriyê, aliyekî din ê rastiya siyaseta dewletên herêmî û cîhanî radixe ber çavan
 
Siyaseta li ser Sûriyê tê meşand mirov dikare bêje hevkariya dijberan e. Li ser Rojavaya Kurdistanê dijberên herî dijber tîne cem hev. Dewletên di demên asayî de ti carî nayên cem hev, di rewşa niha jî, di heman rojê de tên cem hev û li dijî hev jî derdikevin. 

Dijber çawa tên cem hev? Misirê ji siyaseta dewletan re mînakekî balkêş bû. Îro li ser dijîtiya rejîma Sûriyê hevkariyekî nav dewletî heye û di vê hevkariyê de DYE, Qatar, Tirkiyê, Erebîstana Siûdî, Birîtanya û Fransa cihê xwe digre. Li beramberê wê jî dewletên alîgirên rejîma Sûriyê yên wek Rûsya, Îran, Çîn û hikûmeta Malîkî cihê xwe digrin.  

DYE Û EL QAÎDE LI HEMAN ENIYÊ NE

Li gora dewleta Emerîka metirsa herî mezin li cihanê rêxistina El Qaîdeye û di nava lîsteya “terorê” ya Emerîka deye. Emerîka bi vê armancê niha li Efganîstanê, Yemenê, Sûdanê û li hemû cihanê di nava şerekî deye. Heman DYE bi siyaseta xwe ya Sûriyê  her çend tevgera El Nusra xist nava lîsta xwe ya “terorê” jî, bi alîkariya xwe ya Artêşa Azad re alîkariya El Nusra jî dike. Niha li Sûriyê di nava Artêşa Azad de Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/Eniya El Nusra hêza herî mezine. Û wer xuyaye eger rejîma Baas birûxe, dê li Sûriyê hêza herî mezin a li ser erdê Artêşa Azad de Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/Eniya El Nusra be. Îro DYE bi gotinin destwerdana Sûriyê, DYE û El Nusra di heman eniyê de cihê xwe digre. Her çend ji bo min ev ne rewşek nakok be jî, lê hatina DYE û El Qaîde di heman eniyê de rewşek nû ye. 

LI SER SÛRIYÊ ŞER, LI SER MISRÊ HEVKARÎ

Dewletên herî balkêş Îran û Tirkiye ne. Ev demek her du dewlet dixwazin bandoriya xwe ya li ser Rojahilata Navîn xurtir bikin û di nava manevrayên siyasî dene. Dema artêşa Misrê deshilatiya Mûrsî ji deshilatdariyê xist, dewleta Îran û Tirkiyê heman helwest dan û ev destwerdan bi tûndî şermezar kirin. Tirkiyê û Îran li ser Misrê di heman eniyê de tevdigerin, lê di siyaseta Sûriyê her du dewlet her roj gefê li hev dixun.

ALIYÊ HERÎ BALKÊŞ REWŞA SÛRIYE Û TIRKIYE YE

Berî niha di pirr nivîsan û belgeyan de hate îdîa kirin ku Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam ji aliyê dewleta Tirk li Stenbol hatiye ava kirin. Ev komên çete niha li dijî Rojavaya Kurdistanê êrîşan pêk tînin. Dîsa Eniya El Nusra mîsogere ji aliyê Şefê îstîbarat Sûriyê Elî Memluk hatiye ava kirin û bi dehan endamê îstîhbarata Sûriyê di nava van koman hene. Ev kom jî niha li dijî Rojavaya Kurdistanê êrîşan pêk tîne. Û ev her du komên çete xwe wek El Qaîde didin nîşandan.  Ger mirov ji wan rastiya têkeve rê, mirovê bibîne  her çend dewleta Tirk û dewleta Sûriyê hatine asta şer jî, bi rêya wan her du komên çete di heman eniyê de  li dijî gelê Kurd li Rojavaya Kurdistanê şer dike. 

TIRK Û DYE HEM DOST IN HEM DIJMIN IN

Tirkiye ev demeke ji ber siyaseta Misrê Emerîka rexne dike û aşkera ye Tirkiye dijîtiya DYE dike. Lê heman Tirkiyê li Sûriyê di heman eniyê de li gel DYE dikeve nava şer. Tê gotin di siyasetê dost tinene, berjewendî hene. Dibe Kurd jî nebêjin dostê me hene yan jî dijminê me, berjewendiyên gelê Kurd divê bingeh be, lê li ser ehlaqê mirovî be.