Dijberbûna pergalê

Dijberbûna pergalê

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser kaosa li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku yên îro li Sûriye û Misrê dibêjin ewê bibin alternatîf, bi pêkanîn û têgihiştina xwe re nikarin bersivê bidin lêgerîna jiyana azad û demokratîk a gelan. Bayik diyar kir ku bi pergaleke demokratîk a hemû cihêrengiyan qebûl dike, kaosa li herêmê dikare çareser bibe.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di nivîsa xwe ya vê heftê li rojnameya Azadiya Welat de, rêyên çareseriyê yên derketina ji kaosa li Rojhilata Navîn destnîşan kir:

"Yên dibêjin wê bibin alternatîf nikarin bersivê bidin lêgerîna jiyana azad û demokratîk a gelan.
Rojhilata Navîn rewşeke kaosê dijî. Ji vê kaosê yan wê jiyaneke azadtir û demokratîk pêş bikeve, yan bi şeklî hin guhertin lê di cewher de dubarekirina berê wê bidome.
Ka rewş wê ber bi ku ve biçe, dê bi têkoşîna çend salên pêş diyar bibe. 
Du sedemên ku herêmê xistine vê rewşê hene. Ya yekemîn emperyalîzm û şêwazê jiyana emperyalîst a dused salên dawî serdest bûye. Ya duyemîn jî desilatdariyên li herêmê li ser gel serdestiyeke despotîk pêk anîne. Ji ber ku ev her du hêz jî li dijî dîrok, nirx û çanda Rojhilata Navîn gelên herêmê bi tu awayî xwe nagihînin jiyaneke aram. Rêberê Gelê Kurd analîzên bi cildan ên mîna parastina Rojhilata Navîn bi nav dike, bi pêş xistine. Ev analîz xirabiyên ku pergala modernîteya kapîtalîst di sedsala dawî û roja me de li ser gelên Rojhilata Navîn xistine bela tên nîşandan û destnîşan dike ku desilatdariya heyî çavkaniya hemû xirabiyan e. Rêberê Gelê Kurd ji bo Rojhilata Navîn bigihîje jiyaneke layîq alternatîfa modernîteya demokratîk pêş xistiye. Her çiqas ji bo alternatîfa modernîteya demokratîk a Rêber Apo derxistiye holê hîna jî eleqeya pêwîst nehatiya nîşandan jî misoger e ku pêşeroj bi vê xetê were bidestxistin. 

Divê ev yek were destnîşankirin ku têkoşîna li dijî emperyalîzm û modernîteya kapîtalîst ne bi desilatdariyên hegemonîk dibe, ne jî hêzên ku îdîa dikin mîna alternatîf derketine nikare were dayîn. Ev hêz nerazîbûna gel û berxwedêriya çanda Rojhilata Navîn a li dijî modernîteya kapîtalîst dişkînin û çareseriyeke ku şêwazê berê derbas dike nikarin pêk bînin. Di rastiyê de tişta hatiye kirin/tê kirin bi ruhê veşartina modernîteya kapîtalîst û desthilatdariyên hegemon pê ve ne tiştekî din e. Aliyên erênî yên berxwedêriya çanda Rojhilata Navîn a li dijî modernîteya kapîtalîst tê îstîsmarkirin. 

Ti hêz heta ku civakên xwe yên demokratîk ava nekin, nikarin li dijî hêzên derve berxwedanê pêş bixin. Ger berxwedana Rojhilata Navîn a li dijî modernîteya kapîtalîst bi pêş bikeve, çanda kevneşop a erênî di rewşa ku civak were demokratîkirin de pêk were wê demê dê wateyeke wê hebe. Bi vê yekê hem li dijî hêzên derve li ber xwe bide, hem jî li ser kokên xwe xwe digihîne pergalake demokratîk a azadîxwaz. Derveyî vê yekê li hember hêzên ji derve tên û dixwazin Rojhilata Navîn bi giştî teslîm bigirin û jiyana modernîteya kapîtalîst hakim bikin, ne mimkun e ku karibe li ber xwe bide û li ser lingan bimîne. 

Di roja me de li Misir û Sûriyeyê xwîn diherike; gel di bin zilmê de dinalin. Di dema ku tê gotin dîktatorî rûxiyane de gel bi zilm û zoreke ji berê jî tundtir re rû bi rû dimînin. Dîktatoriya li Misrê wê çawa were derbaskirin, li şûna rejîma Baas pergaleke azadîxwaz û demokratîk wê çawa were bicihkirin? Bersiva van pirsan tune ye. Yên dibêjin wê bibin alternatîf nikarin bersivê bidin lêgerîna jiyana azad û demokratîk a gelan. Li Misrê Îxwanî Muslim (Birayên Misilman) li şûna pêşxistina bijarka jiyaneke azad a ji bo gelan û hemû beşên civakê û rakirina bingehên dîktatoriyê ketin nava hewldanên bidestxistina hakîmiyetê û serdestiyê.  Halbûkî derfeteke girîng ketibû destê wan; lê belê bi pêngavên demokratîk ev derfet bi kar neanîn. Ji ber vê yekê jî rejîmeke siyasî ya ku karibe rê li darbeyan bigire saz nebû. Ger ne ji xwe re misilman, ji xwe re demokrat bûna; ger gavên demokratîkbûnê yên jiyana wan bi xwe jî dikir bin temînatê hebûya, ev yek nedihat serê wan. 

Di rewşeke wisa de ne DYE ne jî darbekarên hevkarên wan nikaribûn mudaxeleyî rejîmeke wisa bikin. Li Misrê pêwîstiya gelan bi tevgereke xwedî têgihîştina demokrasiya radîkal a jiyaneke azad û demokratîk biafirîne û bi vê yekê re bandora hêzên derve ya li ser Misrê lewaz bike heye. Li Sûriyeyê tê zanîn ku rejîma Baas gelek tevkujî pêk anîne. Tevkujiya dawî wê pêk bîne, yan jî pêk neyîne ne diyar e, lê ev yek tevkujiyên ku heta niha rejîma Baas pêk anîne nade jibîrkirin. Lê belê gelo muxalif ji wê kêmtir tevkujiyan pêk tînin? Bi serjêkirina serê mirovên dikevin destê wan an teslîmî wan dibin gelo dikarin ji rejîma Baas re bibin alternatîf? Yên êrîşî kurdên ku gelê herî mazlûm ê Rojhilata Navîn e dikin û wan qetil dikin mimkun e ku karibin rejîmeke alternatîf biafirînin? Yên dixwazin li ser civakê rejîma zextê biafirînin û li ser kurdan polîtîkayên dewletê yên heta roja me ya îro bidomînin rabike. Gelo dikarin aramî û hizûrê bînin Sûriyeyê? 

Li Misrê, li Sûriyeyê û li cihên din riya bi tenê ya derketina li dij modernîteya kapîtalîst heye, ew jî demokartîkbûneke rast e. Civak bi demokratîkbûneke rast dikarin li dij DYE, emperyalîzma ku nûneriya wê dike yan modernîteya kapîtalîst rawestin û pergala xwe ya demokratîk û azadîxwaz saz bikin. 

Bêguman li dijî emperyalîzm, kapîtalîzm û her cure zextên derve berxwedan rewa ye, maf e. Lê belê di roja me de rêbazên vê berxwedanê divê cuda bin. Helwestên bi giştî redkar çareseriyê naynin. Ne emparyalîzm ne jî modernîteya kapîtalîst divê neyên qebûlkirin. Lê belê bi tevahî xwegirtina ji derve re û gotina em ê van hêzan bi carekê re ji holê rakin jî şaş e. Ji ber vê yekê jî ji aliyê felsefî, bîrdozî, teorîk û pratîkî ve afirandina alternatîfên jiyanê û meşandina têkoşînê girîng e. Rêberê Gelê Kurd ev yek mîna Dewlet+Demokrasî bi nav kir. Yanî bi carekê re rûxandina dewletê na, lê belê qala bi şêwaz û rêbazên şoreşgerî derbaskirina wê dike. Bêyî ketina bin bandora pergalê, meşandina têkoşîneke mayînde ya li dij wê tîne ziman. Ji îro heta sibê em nikarin emperyalîzm û modernîteya kapîtalîst derbas bikin. Tenê bi modernîteya demokratîk û şêwazê jiyana wê ya ku em saz bikin em dikarin bê bandor bikin û bi demê re wê derbas bikin. Beriya rûxandin an derbaskirina dewletan û modernîteya kapîtalîst derketina derveyî pergalê û afirandina jiyaneke alternatîf helwesteke şoreşgerî ye, xabat û têkoşînek şoreşgerî ye.

Ger hêzên siyasî yên li Rojhilata Navîn dixwazin hêzên emperyalîst û modernîteya kapîtalîst derbas bikin û bandora wê bişkînin, bêyî helwestên pêşxistina hegemonyayê, bi qebûlkirina hemû cudahiyan, li ser heman bingehî bi têgihîştineke demokratîkirina gelan, divê bi hemû hêzên siyasî yên azadîxwaz û demokratîk re têkilî û hevkarî were sazkirin. Wê demê dê li gor rastiya Rojhilata Navîn pergaleke demokratîk a alternatîf were sazkirin û têkoşîneke rast a li dij hêzên derve were dayîn."