DÎJLE TV bi kêfî hat girtin!
DÎJLE TV bi kêfî hat girtin!
DÎJLE TV bi kêfî hat girtin!
Zext û astengiyên li ser çapemenî û ragihandina Kurdî dewam dike. Herî dawî televîzyona DÎJLE TV bi awayekî kêfî hat girtin. Koordînatorê giştî yê weşanê Hasan Sancar bal kişand ser cotstandartiya li wan hat kirin û got, "Herçend li Tirkiyê peymana salane hene jî, em neçar man her du mehan carekê, salê şeş caran peymanê nû bikin."
Sancar bal kişand ser astengiyên li pêşiya ragihandin û xwe îfadekirina Kurdan û got, "Di dîrokê de daxwaziyên Kurdan ên herî însanî her tim hatin redkirin. Hewl hat dayîn deriyê xwe îfadekirina Kurdan bê girtin. Tevî hemû zext û zordariyan jî Kurd ti carî bêzar nebûne û her tim li rêyên çareseriyê geriyane."
Koordînetorê DÎJLE TV'yê Sancar bibîr xist ku li Tirkiyê 400 kanalên televîzyonê hene û anî ziman ku bi tenê xwe li weşanên Kurdan ranagirin û got, "Ji ber ku DÎJLE TV deng û rengên Kurdan ji cîhanê re radigihan, hat girtin. Li Tirkiyê, televîyona ku bi awayekî objektîf nûçe bi Kurdî dida DÎJLE TV bû. Ji ber vê yekê jî li herêmê, Rojhilata Navîn û Ewropayê gelekî dihat temaşekirin.
Li Tirkiyê, tevî ku kanalên weşanê salane peymanan mor dikin jî, DÎJLE TV neçar hat hiştin ku salê 6 caran peymanê nû bike. Yanî, her du mehan, sê mehan carekê dixwestin weşana me asteng bikin. Me jî gotin ku ev yek cotstandart e û me xwestin em jî karibin peymana salane mor bikin. Tevî ku pêşniyara me hat qebûlkirin jî, 268.000 TL ceza li me birîn, weşana me sekinandin û peymana me fesih kirin. Li gel ti biryareke dadgehê li holê tineye jî, weşana me bi awayekî kêfî qut kirin. Dîsa, rexmî hîn 15 roj ji peymana me re mabû jî, bi şiklekî bê edalet, weşana me birîn."