Dikandar û esnafên Bakûrê Kurdistanê ji bo 'Roboskî' neçûn ser kar

Dikandar û esnafên Bakûrê Kurdistanê ji bo 'Roboskî' neçûn ser kar

Îro 2'emin salvegera komkujiya Roboskî ye. 2 sal berê di 28'ê Kanûnê de balafirên şer ên tirk ên F-16 li Roboskî bombe barandin û 19 jê zarok 34 welatî qetilkirin. Ji bo 2'emîn salvegera komkujiya  Roboskî îro esnaf û dakandarên bajarên Bakûrê  Kurdistanê neçûn ser kar û ketin bêdengiyê.

2 sal berê di 28'ê Kanûnê de balafirên şer ên tirk ên F-16 li Roboskî bombe barandin û 19 jê zarok 34 welatî qetilkirin. Ji bo 2'emîn salvegera komkujiya Roboskî îro esnaf û dakandarên bajarên  Bakûrê Kurdistanê neçûn ser kar. Li Şirnex û navçeyên Cizîr, Sîlopî, Hezex ên Şirneşê, li Navçeyên Nisêbîn, Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê, li Wan û navçeyên Wanê, li Colemêrg û navçeyên Colemêrgê, Agirî û navçeyên Agiriyê û gelek navendên din welatî neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin.