Dikandarên Nisêbîn û Cizîrê derabeyên xwe venekirin

Dikandarên Nisêbîn û Cizîrê derabeyên xwe venekirin

Ji bo mîtîng û meşa li dijî sînor û dîwarê şermê, li Nisêbîn û Cizîrê dikandar neçûn ser kar û derabeyên xwe venekirin. Polîsan dor li navçeyan girtin

Navenda Giştî ya BDP'ê dê li dijî "Dîwarê şermê" û têlên li ser sînorê Roboskiyê tê rêsandin, piştî nîvro li Cizîrê mîtîngê pêk bîne û li Nisêbînê jî meşek girseyî lidar bixe. Ji bo mîtîng û meşa li dijî sînor û dîwarê şermê karwanên ku ji sedan maşîne pêk dihat, ji Sêrt, Êlih, Amed û navçeyên wan ber bi Cizîrê ve birê ketin. Li aliyê din ji bo mîtînga Cizîrê û meşa Nisêbînê welatî û dikandarên Nisêbîn û Cizirê neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Hat zanîn ku ji gelek bajar û navçeyên derdorê polîs sewqî Nisêbîn û Cizîrê hatin kirin û polîsan navçe dorpêç kirine. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê ya Cizîrê kom bûn jî bi def û zirneyan govend gerandin û li benda destpêka mîtîngê ne. 

Li navçeya Nisêbînê jî berî meşa heta ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê polîsan li gelek nuqteyan xwe bicihkirin. Li Nisebînê jî dikandaran derabeyên xwe venekirin û neçûn ser kar. Di ketin û derketina Nisêbînê ya rêya Qoserê de jî polîs li GBT'yan dinêrin û nasnameyan kontrol dikin.