Dikarîbûn pêşî li karesata nukleerê bigirin

Dikarîbûn pêşî li karesata nukleerê bigirin

Li Japonyayê karesata nukleera ya di encama radyasyona santrala nukleerê ya Fûkûşimayê de pêk hat weke “Karesata bi destê mirovan hatiye çêkirin” tê binavkirin.

Di encama erdhej û tsunamiya di adara 2011 de pêk hat de ku di encamê de bi hezaran kes mirin, reaktora nukleerê ya li Fûkûşimayê ziyaneke mezin dîtibû.

Ji ber ku sîstema sarkirinê betal bibû, radyasyon li herêmê belav dibûn û bi hezaran kes ji herêmê hatibû tehliyekirin.

Di rapora ji aliyê komîsyona ji bo lêpirsîna krîza nukleerê ji aliyê hikûmetê ve hat amadekirin de hat diyarkirin ; “Dikarîbûn pêşî li karesatê bigirin û divibû bihata girtin.”

Di raporê de rexneyên giran li hikûmet û şîrketa berpirsa karanîna santralê Tepco hate kirin. Di raporê de tê diyarkirin ku her çendî krîza santralan piştî erdhej û tsunamiyê pêk hatiye, lê mirov nikare vê yekê weke “karesateke xwezayî” bi nav bike û tê gotin; "Ev krîz dikarîbû were astengkirin."