Dîlgirtî gihan malbatên xwe
Dîlgirtî gihan malbatên xwe
Dîlgirtî gihan malbatên xwe
Heyeta ku çû herêmên Parastina Medyayê û HPG’ê 8 peywirdarên dewletê radest kir, anîn Deriyê Sînorê Xabûr û gihan malbatên xwe
Heyeta ji parlementerên BDP'ê û parêzervanên mafên mirovan pêk dihat leşker û rayedarên din ên dewletê yên di destê HPG'ê de teslîm wergirtin piştî seatekê li Deriyê Sînor ê Xaburê hatin sekinandin derbasî Tirkiyeyê bûn. Piştî derbazî aliyê Tirkiyeyê bûn gihan malbatên xwe. Parlementerê BDP'ê Adîl Kurt li vir daxuyanekî kin da çapemeniyê û diyar kir ku, 8 rayedarên cemaweriyê teslîmî rayedarên dewletê kirin û pêvajo dê ji aliyê rayedaran ve berdewam bike.
'HÊVÎ DIKIM KU EV GAVÊ DÊ JI AŞTIYÊ RE BIBE VESÎLE'
Kurt di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Piştî di 23'ê sibatê de Birêz Ocalan bang kir me 8 rayedarên cemawariyê li qada di bin kontrola HPG'ê de teslîm wergirtin û ji bo teslîmî malbatan bikin me anîn. Rewşa wan baş e. Morala wan di cih de ye. Niha li qada gumrukê tên girtin û kontrola tenduristiyê tê kirin. Rayedarên cemwareyê dê wan bi malbatan re bînin cem hev. Me weke siyasetmedaran peywira xwe bi cih anî. Ji ber vê yekê em keyfxweş in. Hêvî dikim ku ev gav dê ji aştiyê re bibe vesîle."
Di dema Kurt di axivî de welatiyekî got, "Weke rayedarên cemewariyê yên di destê PKK'ê de teslîm wergirtin. Lê di destê PKK'ê de kesên sivîl jî hene. Dê têkildarî wan de çi bê kirin" pirsî û Kurt wiha bersiva wî da: "Me kesên navên wan hatin aşkera kirin teslîm wergirtin. Em nizanin bûyerên wisa hene an na. Heke têkildarî vê yekê de hûn serî li ÎHD û cihên din bidin ya dikeve ser milê me em dê bikin." Kurt herî dawî bal kişand ser kesên di bin navê KCK'ê de hatin girtin û xwest ku serbest bên berdan.
'DIVÊ EV PÊVAJOYÊ BI GAVÊN HÊJ CIDÎ PÊŞ BIKEVE'
Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Ahmet Faruk Unsal jî diyar kir ku, rewşa kesên teslîm wergirtin baş bû û wiha got: "Divê ev pêvajo bi gavên hêj cidî pêşbêxistin. Lê ev gavekî gelek girîng bû." Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî wiha got: "Me li wir ji gerîla û leşkeran re ev yek got. Heke li vir we li hemberî hev tu tiştên hev û du biçûk bêxin û bişkênin nekiribe ev yek dê me keyfxweş bike."
Piştî daxuyaniyê heyet ber bi Silopiyê ve derket rê.