Dîlgirtî tên radest kirin

Dîlgirtî tên radest kirin

Heyeta ku çûne leşkerên dîlgirtiyên di destê HPG’ê de bigirin û rayedarên HPG’ê hevpar daxuyaniyek çapemeniyê dan. Ji fermandarên HPG’ê Bawer Dêrsim got; “Armanca vê bigiştî ji bo sûd dayîna pêvajoyê ye. Weke dîlên berê jî li hemberî van dîlgirtiyane jî nêzîkatiyekî ne rûmet şikandinê û ne jî rencîde kirinê çênebûye.”

Di merasima li qadên gêrîla hate kirin de endamê konseya Leşkerî ya HPG’ê Bawer Dêrsim axaftinek kir. Dêrsim da diyarkirin ku, “Li ser banga Rêberê me û daxwaza KCK’ê em 8 dîlgirtiyên di destê xwe de radestî heyetê dikin. Armanca li vir bigiştî ji bo sûd dayîna pêvajoyê ye. Heya niha li hemberî dîlgirtiyan nêzîkatiyek nebaş çênebûye. Weke dîlên berê jî li hemberî van dîlgirtiyane jî nêzîkatiyekî ne rûmet şikandinê û ne jî rencîde kirinê çênebûye. Radestkirina dîlan tiştekî mirovî ye. Ne mijara çi bazarane. Sedemê ku em niha li virin hêjan çaresernekirina pirsgirêka Kurd de.”

Piştî axaftinan dê dîlgirtina radestî heyetê bikin û derkevin rê.

Heyeta ku di demjimêrên serê sibehê de gihan qadên di bin kontrola HPG’ê de ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatin pêşwazî kirin. heyeta ku bi heyeta HPG’ê ya ku serokatiya wê Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Bawer Dêrsim dikir re hevdîtin pêkanîn, bi leşkerên dîlgirtî re hevdîtin pêkanî. Rayedarên HPG’ê têkildarî tenduristiya dîlgirtiyanjî raporek pêşkêşî heyetê kir.