Dîlok wê di 21'ê Îlonê de li dijî êrîşên DAIŞ'ê bimeşe

Dîlok wê di 21'ê Îlonê de li dijî êrîşên DAIŞ'ê bimeşe

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Dîlokê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobanê di 21'ê Îlonê de bi meşekê şermezar bike.

Rêxistina DBPê ya Dîlokê ji şermezarkirina êrîşên çeteyan û bangawaziya meşa ku di 21'ê Îlonê de pêk were li avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê Serokê DBP'ê yê Dîlokê Bedran Ferman ve hat dayîn. Feman diyar kir ku ew ê li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê bi Meclîsa Ciwanan re roja Yekşemê seat di 17.00'an de li Taxa Vatanê meşeke girseyî li dar bixin.

Ferman bang li her kesî kir ku tevlî meşê bibin û wiha axivî: "Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî vê zilmê bêdeng nemînin û ji bo Rojava têbikoşin."